Dagirkeran careke din şewat derxistin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca agir bighêjin zeviyên çandiniyê, li gundên dagirkirî yên beramberî herêmên Rêveberiya Xweser şewat derxistin.

Dagirkeran careke din şewat derxistin
10 gulan, 2024   21:06
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê li derdora gundê Qasimiyê yê dagirkirî yê bakurê rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê şewat derxist. 

Artêşa dagirker û çeteyên wê bi armanca ku agir bighêje zeviyên çandiniyê yên herêmê Rêveberiya Xweser şewat derxist.

Ji bo vemirandina agir Komîteyên Awarte yên bajêr ketin seferberiyê.

Duh jî çeteyan agir berda zeviyên nêzî eniya şer a gundewarê bajarê Zirganê yê dagirkirî.

(mh)

ANHA