Li herêmên serweriya Şamê di kêmî 24 saetan de 2 kes hatin kuştin

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê di kêmtirî 24 saetan du sûcên kuştinê pêk hatin.

Li herêmên serweriya Şamê di kêmî 24 saetan de 2 kes hatin kuştin
23 cotmeh, 2023   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), xelkê gundewarê Şamê cenazeyê mêrekî ku bi amûrek tûj hatiye kuştin dît. Hat destnîşankirin ku bûyera kuştinê li gundê Cidîde El Fedil ya girêdayî Cidîd Ertûz a gundewarê Şaêm ji ber nakokiya navbera kesê hatî kuştin û kesê ew kuştiye, pêk hatiye.

SOHR`ê duh êvarê jî ragihandibû ku li bajarê Siwêdayê kesek bi guleyan hatiye kuştin. Bi vê yekê, di kêmtirî 24 saetan de li herêmên Şamê 2 sûcên kuştinê rû dane.

Ji destpêka îsal de, li herêmên serweriya hikumeta Şamê 171 sûcên kuştinê pêk hatine. Di encamê de 191 kes hatine kuştin; 20 zarok, 42 jin û 129 mêr. Sûcên kuştinê herî zêde li Şamê, Siwêda, Dera û Lazîqiyê hatine kirin.

(c)