Kongreya Hewcedarên Pêdiviyên Taybet bi dawî bû

Kongreya Yekemîn  a Hewcedarên Pêdiviyên Taybet a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku vê sibê li Minbicê li dar ketibû bû bi dawî bû.

23 cotmeh, 2023   23:17
MINBIC

Kongreya Yekemîn a Hewcedarên Pêdiviyên Taybet a vê sibê li dar ketibû bi nîqaşkirina mijarên mirovî, civakî, qanûnî, tenduristî û perwerdehî berdewam kir.

Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Reqayê Cîhad El Hesen mijara xizmetê bi rêve bir û got: “Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide vê alî ku nivîsgehên hewcedarên pêdiviyên taybet vekirin. Nivîsgeh jî, hewl didin ku hejmara hewcedarên pêdiviyên taybet tomar bikin. Heta niha li gorî daneyan hejmara hewcedarên pêdiviyên taybet zêdetirî hezar e û 20 hezar gazî jî hene.”

Di kongreyê de gelek pêşniyar weka vekirina holên werzîşê, navendên têrapiyê û piştgiriya derûnî nîqaş kirin.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ku dê ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re were pêşkêşkirin ji bo ku li ser nîqaş bike û bixe piratîkê.

Encamname wiha ye:

-Amadekirina rêziknameya nivîsgeha hewcedarên pêdiviyên taybet.

-Amadekirina reşnivîsa qanûnekê ji bo hewcedarên pêdiviyên taybet.

-Divê tevahî rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê quta diyarkirî ya hewcedarên pêdiviyên taybet pêk bîne û divê ev ji aliyê nivîsgehan ve were şopandin.

-Yekkirin û çalakkirina kertan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

-Divê rêxistin piştgiriya hewcedarên pêdiviyên taybet bikin.

-Divê hewcedarên pêdiviyên taybet tev li tevahî qadan bên kirin û têkildarî qadên girêdayî çarenûsa hewcedarên pêdiviyên taybet, qanûn bên amadekirin û di hin cihan de bên guhertin.

-Belavkirina lihevkirinên taybet ên hewcedarên pêdiviyên taybet, bi rêya metaryal, dezgehên çapemeniyê yên fermî.

-Çalakkirina rola çapemeniyê û pêşkêşkriina bernameyên taybet ên a hewcedarên pêdiviyên taybet.

-Ji bo berjewendiyên hewcedarên pêdiviyên taybet, koordîne bi tevahî desteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were kirin.

(şx)

ANHA