Ciwanên şoreşger: Armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê destnîşan kirin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ciwanan got: ′′Armanca me ya sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.′′

Ciwanên şoreşger: Armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye
24 cotmeh 2023   02:41
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe mezin kir û li gel pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên bi azadî û aştiyê bawer in, hewl didin vê armancê pêk bînin. Li gor tevgerê, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kilîta çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanan, Hisên Bekarî anî ziman ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger em ê bi rêya çalakiyan belavkirina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û armanca me ya sereke azadiya wî ya fîzîkî ye."

Bekarî gotina Rêber Abdullah Ocalan; “Me bi ciwanan destpê kir û dê bi ciwanan bi ser kevin” bi bîr xist û got: “Ciwan pêşengên civakê ne da ku wê ji zihniyetên dewletên kapîtalîst xilas bike. Em bang li azadîxwazên li cîhanê dikin ku tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbicê, Fuad El Milhim got, kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye û bêyî azadiya wî ya fîzîkî aştî û ewlehî pêk nayê.”

El Milhim bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan di rizgarkirina herêmên dagirkirî de û wiha pê de çû: “12 sal in şer li Sûriyeyê berdewam e. Sûriye bûye navenda rêxistinên terorîst wekî DAIŞ, Nusra û çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Tenê bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, em ji van rêxistinan û şerên wêranker xilas bûn.”

El Milhim destnîşan kir ku xelkê Minbicê dê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bike û got, cîhan tev de dizane ku têkoşîna xelkê herêmê dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tacîdar be.

Ciwanê bi navê Xalid El Elî jî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên herêmê ye. Her wiha anî ziman ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin

El Elî di dawiyê de got: “Rêbertî, bi fikr û rihê xwe di nav me de ye. Ji bo ku di nav me de be çi ji destpê me were, em ê bikin.”

(şx)

ANHA