Endamên PYD`ê li dijî xiyanetê banga yekitiya neteweyî kir

Endamên PYD`ê gotin, li dijî hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re yekitiye neteweyî lazim e.

Endamên PYD`ê li dijî xiyanetê banga yekitiya neteweyî kir
24 cotmeh, 2023   04:42
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di êrişên li dijî gerîlayên azadiyê Kurdistanê de, hevkariya xwe bi dewleta Tirk a dagirker re didomîne.

Têkildarî mijarê endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) gotin li hember hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re yekitiya neteweyî pêwîst e.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîne Beyran anî ziman ku PDK′ê xeta xiyanetê ya li gelê Kurd û Tevgera Rizgariya Kuristanê didomîne û got: "Ji ber tevkariya PDK′ê bi Tirkên dagirker re pêşengên me şehîd dibin."

Emîne îşaret bi encamên xiyaneta PDK`ê di vê pêvajoyê de kir û wiha domand: “Ji ber vê xiyanetê me yekitiya kurdî bi dest nexistiye. PDK`ê perspektîfên xwe ji dewleta Tirk a faşîst digire.”

Her wiha Emîne diyar kir ku PDK′ê berpirsa êrişên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û  got: ′′PDK′ê rêyan ji dewleta Tirk re vedike û beşdarî êrişên li dijî hêzên me dibe. Ev bi xwe xiyaneteke mezin e. "

Emîne Beyrem got, li dijî dijî xiyanetê avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd şert e û  got: “Divê tevahî beşên civakê, gel û partî bibin yek. Divê kongreya neteweyî ya kurdî li dar keve da ku çareserî ji pirsgirêkên li Kurdistanê re bên dîtin û xeta xiyanet û dagirekriyê têk biçe.”

`DEMA GEL XIYANETÊ QEBÛL NEKE, EW DIRÊJ NAKE`

Endama Komîteya Têkiliyan a PYD`ê - şaxê Helebê Cîhan Berkel destnîşan kir ku xiyanet nahêle yekitî pêk were û dîroka PDK`ê tîje xiyanet e.

Cîhan xiyaneta PDK`ê bi berjewendiyên kesayetên û malbatî ve girêda û got: “Me tu caran nedîtiye PDK`ê ji bo siberoja Kurdan xebitiye yan xwestiye Kurdistanê biparêze, yan jî tev li çareserkirina pirsgirêka Kurd dibe. PDK′ê her tim li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî û malbatî ketiye û perspektîfên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne."

Cîhan Berkel bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir: “Divê gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê vê rastiyê nas bikin û li hember xiyaneta PDK`ê derkevin. Ji ber ku dema gel vê xiyanetê şermezar bike, hingî temenê vê xiyantê dirêj nake."

`PDK`Ê HEWL DIDE TEVGERA RIZGARIYÊ TUNE BIKE`

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mihemed Şêxo bal kişand ser encamên xiyaneta PDK′ê û got: “Encamên neyînî yên vê xetê li ser doza Kurd hene. Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd bi saya berxwedana xwe destkeftiyan bi dest dixin û bi pêş dikevin. Lê PDK`ê li hember wan dibe bend û hewl dide gavên wan asteng bike.”

Şêxo anî ziman ku xiyaneta PDK`ê li doza Kurd e û got li hember hevkariya wê bi dewleta Tirk re yekitî li her çar parçeyên Kurdistanê divê.

Di dawiyê de Şêxo got, bêdengiya partiyan, derfetê dide PDK`ê ku xiyaneta xwe berdewam bike û anî ziman ku divê vê bêdengiyê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA