Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin

Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê kongreya xwe ya 3ˊyemîn ku ji pîşesaz û esnafên bajarên Hesekê, Til Temir, Şedadê û Dirbêsiyê pêk tê li dar xist, hevserok û meclisek ji 11 endaman hilbijartin.

Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
Kongreya 3ˊyemîn a Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê hat lidarxistin
14 kanûn, 2025   16:29
HESEKÊ

Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê bi diruşma "Pîşesaziya me nasnameya me ye, afirîneriya me hêza me ye" kongreya xwe ya 3ˊyemîn li hola Mişwar a bajêr bi amade bûna pîşesaz û esnafên bajarên Hesekê, Til Temir, Şedad û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê li dar xist.

Kongreyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre hevserokê Koordînasyona Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ezam El Ehmed li ser pîşesaziyê û afirîneriyê axivî.

Piştre Koordînasyona Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Fîdan Efrîn li ser rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û komkujiyên li peravê û Siwêdayê, entegrakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li nava saziyên dewleta Sûriyeyê axivî.

Li aliyekî din jî li ser nava Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bajarê Hesekê berdevk Cîhan Ebdo axivî û da zanîn ku pîşesazî roleke girîng di îstîqrara aborî û avakirina aboriyeke hevgirtî de dilîzin, divê jin di vê beşê de şirîkê aktîv bin, ji ber bêyî wan aboriyek aram çênabe.

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Yekitiya Kedkaran Medya Mihemed perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê pîşesazî û pîşesaziyê xwendin, dûre rapora Odeya Pîşesaziyê ya du salên par ji hêla hevserokê odeyê Omer Elî ve hat xwendin.

Li gorî raporê, odeyê 78 pirsgirêkên girêdayî pîşesaziyê bi rêya komîteyên lihevanînê yên girêdayî wê çareser kirine, li kêlek wê jî hejmara esnafan tev li odeyê bûne zêdetirî 1300 kesî ye û zêdetirî 1560 avahî û kargehên pîşesaziyê hene.

Piştî axaftinan û xwendina raporê, amadebûyan nêrîn û nîqaşên xwe kirin. Nîqaş herî zêde li ser mijarên peydakirina sotemeniyê ji bo kargehan bi bihayekî guncaw bû.

Rêzikname hat xwendin û nîqaşkirin, piştî hin guhertinên di bendan de hat erêkirin.

Di dawiyê de Betûl Remedan û Omer Elî wek hevserokên odeyê û Meclisa Yekitiya Odeya Pîşesaziyê ji 11 endaman hat hilbijartin.

(fr)

ANHA