Dewriyeyeke îstixbarata giştî ya Şamê hat hedefgirtin

Çekdarên nenas dewriyeyeke rêveberiya îstixbarata giştî ya hêzên hikumeta Şamê li bajarê Doma yê Şamê hedef girt.

Dewriyeyeke îstixbarata giştî ya Şamê hat hedefgirtin
17 nîsan, 2024   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên hikumeta Şamê êriş û bûyerên qetilkirinê yên li dijî serbaz û leşkerên hêzên hikumeta Şamê zêde bûn. Herî dawîn jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên nenas dewriyeyeke rêveberiya îstixbarata giştî ya hikumeta Şamê li bajarê Doma yê gundewarê Şamê hedef girt û reviyan.

Di 2 rojên dawîn de ev êriş a sêyemîn e ku li herêmên hikumeta Şamê li dijî hêzên wê tê pêkanîn. Duh jî çekdarên nenas endamekî hêzên ewlekariya hundirîn ên hêzên Şamê li bajarê Heresta yê gundewarê Şamê hedef girt.

SOHR'ê da zanîn ku di 15'ê Nîsanê de çekdarên nenas li dijî bendeke kontrolê ya hêzên Şamê li nêzî gundê Qerqis ê başûrê rojhilatê Colanê bi mûşekên RPG êriş pêk anî, di encamê de leşkerekî payebilind ê hêzên Şamê hat kuştin û yekî din birîndar bû.

(mh)