Konfedraliya Civaka Demokratîk komkujiya li Tişrînê şermezar kir

Konfedraliya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê şermezar kirin ku di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û gelek welatî birîndar bûn.

Konfedraliya Civaka Demokratîk komkujiya li Tişrînê şermezar kir
15 ÇILE, 2025   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî komkujiya ku li Bendava Tişrînê çêbûye, daxuyaniyek da. 

Konfedraliyê hedefgirtina karwanê sivîlan û bendavê, gundên nêzî bendavê û ambulansan şermezar kir.

Her wiha konfedraliyê sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û êriş bi "binpêkirina pîvan û nirxên mirovahiyê" wesifand.

Di daxuyaniyê de konfedraliyê bang li civata navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, rêveberiya HTŞˋê ya li Şamê kir ku ji bo rawestandina êrişan, demildest destwerdanê bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin.

Di daxuyaniyê de konfedraliyê soz da ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bik û got: "QSD`ê hêza nîştimanî ya rastîn e ku di parastina erdnîgraiya Sûriyeyê de, roleke girîng lîstiye."

(şx/fr)

ANHA