Êrişa Îsraîlê ya yekemîn: Sivîlek û 2 endamên HTŞ`ê hatin kuştin

Li gorî çavkaniyan û dezgehên çapemeniyê, Îsraîlê karwanekî HTŞ`ê li parêzgeha Qunetera ya başûrê Sûriyeyê bomebaran kir. Hate ragihandin ku di encamê de sivîlek û 2 endamên HTŞ`ê hatine kuştin.

Êrişa Îsraîlê ya yekemîn: Sivîlek û 2 endamên HTŞ`ê hatin kuştin
15 ÇILE, 2025   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Îsraîlê karwanekî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li bajarokê Xedîr El Bustan ê başûrê Quneyterayê bomebaran kiriye. Di encamê de 2 endamên HTŞ`ê û sivîlek hatine kuştin. AFP`yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tenduristiyê wergirtiye, da zanîn yek ji kuştiyan muxtar e.

Dezgehên çapemeniyê bi bîr xistibûn ku balafireke bêmirov a Îsraîlê karwanekî HTŞ`ê li bajarokê Xedîr El Bustan bomebaran kiriye. Her wiha diyar kiribûn ku dema HTŞ`ê çek ji sivîlan kom dikir, êriş çêbûye.

Li gorî SOHR`ê hemwextê êrişê, "HTŞ`ê hemleyeke ewlehiyê li bajarokê ji bo komkirina çekan dest pê kiribû".

Mudirê SOHR`ê Ramî Ebdurehman got: "Ev cara yekê ye Îsraîl endamên ewlehiyê yên desthilata nû dike hedef."

(şx)