Li Qamişloyê ciwanan tabûreke din ava kir

Ciwanên Qamişlo, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya hêzên QSD û YPJ’ê, di bin sîwana HPCˋê de tabûrek din ava kir.

Li Qamişloyê ciwanan tabûreke din ava kir
Li Qamişloyê ciwanan tabûreke din ava kir
Li Qamişloyê ciwanan tabûreke din ava kir
Li Qamişloyê ciwanan tabûreke din ava kir
15 ÇILE, 2025   21:00
QAMIŞLO

Ciwanên taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya hêzên QSD û YPJ’ê, di bin sîwana Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi daxuyaniyeke devkî avakirina tabûreke din ragihand.

Daxuyanî li navenda ciwanan a taxa Qudûr Beg a bajarê Qamişlo, ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ehmed Xazî ve hat dayîn.

Ehmed Xazî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û destnîşan kir ku dagirker dixwazin vî welatî ku bi fedakariya hezaran şehîdan hatiye avakirin, dagir bikin û pêkhateyên herêmê qir bikin.

Xazî diyar kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo piştgiriya berxwedana QSD û YPJ’ê, ew avakirina tabûra xweparastinê radighînin.

Di kêliya daxuyaniyê de alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê" hatin berz kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ciwanên Qamişlo li taxên Enteriyê, Cûdî, Aşûrî û Qidûrbegê, heya niha bi giştî 9 tabûrên ku di bin sîwana HPCˋê de ava kirine.

(bm/fr)

ANHA