Şam sewqiyata leşkerî şand Hemayê

Hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke leşkerî ya mezin şand bajarê Hemayê. Balafirên Rûsyayê jî li Heleb û Idlibê dan û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Şam sewqiyata leşkerî şand Hemayê
1 kanûn, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke leşkerî ya mezin şand bajarê Hemayê. Sewqiyat li derdora bajar û Cebel Zên El Abidîn ê aliyê bakurê bajêr bi cih bûye.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) duh hin bajar û bajarokên gundewarên bakurê Hemayê, di nav de Helfaya, Morik, Letamine, Keferzêta, Kelha Medîq, Kefer Nebûza, Soran û Merdibis kontrol kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê hin taxên Helebê û Idlibê bombebaran kirin. Di bombebarana li ser taxa Raûsa ya Helebê û herêma Kirêdiya ya gundewarê Babê yê rojhilatê Babê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

(bb)