Li Kolnê ji bo piştevaniya Rojava banga tevlêbûnê meşa Strasbourgê

Di standa piştevaniyê ku li bajarê Koln ê Almanyayê hate vekirin de, îşaret bi êrişên li ser Rojava hate kirin û banga tevlêbûnê ji bo meş û mitînga ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, hate kirin.

Li Kolnê ji bo piştevaniya Rojava banga tevlêbûnê meşa Strasbourgê
11 sibat, 2026   23:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Koln ê Almanyayê, standa ku bi armanca mezinkirina piştevaniyê û xuyakirina daxwaza statuyê, ji aliyê Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan a Viyan ve hate vekirin, bi bernameyên cuda dewam dike.

Di çarçoveya standê de, derbarê êrîş û komkujiyên heyî de agahdarkirinên bi Almanî hatin kirin û derbarê meş û mitînga ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê were lidarxistin, agahiyên berfireh hatin dayîn.

Ji bo Kurdistaniyên ji çar parçeyan ku serdana standê kirin, banga tevlîbûnê ji bo meş û mitînga ku wê ji bo azadiya Rêber Apo di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê hate lidarxistin, hate kirin.