Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî têkildarî qetilkirina Elewiyan bi fikar e

Serokê Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ji bo Sûriyeyê hişyarî li ser hilweşîna saziyên dewletê piştî ketina Esed da, ku tesfiyekirin dest pê bike. Serokê komîteyê fikarên xwe der barê berdewamkirina kiryarên qetilkirin û revandina ferdên civaka Elewî û desteserkirina mam û milkên wan de nîşan dan.

Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî têkildarî qetilkirina Elewiyan bi fikar e
28 hezîran, 2025   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ji bo Sûriyeyê Paulo Sergio Pinheiro di dewreya 59’an a Konseya Mafên Mirovan a li Cinêvê hatiye lidarxistin de got valahiya ewlehiyê ya ji ber fexihkirina hêzên çekdar û saziyên ewlehiyê ya piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed çêbûye û nebûna edaletê hişt ku atmosfêrek ji bo mexdûrên sûcan ên berê desthilatê wergirin û tesfiyekirina hesaban çêbe.

Pinheiro diyar kir ku tiştê dihêle fikar berdewam bikin raporên der barê berdewamkirina kiryarên qetilkirin û girtinên bêserûber de yên dijî ferdên civaka Elewî û desteserkirina mal û milkên welatiyên ji ber tundiya meha Adarê revîne, ye.

Serokê komîteyê anî ziman ku aloziya Sûriyeyê ji zehmetî û zulmên hundirî bi dûr neket, ku ew jî bi saya destwerdanên derve ye.

Pinheiro kêfxweşiya xwe ji ber vegera zêdetirî milyonek Sûriyeyê ji destpêka Kanûnê ve anî ziman û got 600 hezar ji wan ji dewletên cîran vegerîne û kêmtirî milyonek û nîv koçberên hundirîn hene.

Pinheiro da zanîn ku zêdetirî 7 milyon Sûriyeyî jî hîna penaber in û wê pirsgirêkên wan ên vegerandina mal û milkan werin çareserkirin.

Serokê Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî got ruxmî gavên teşwîqker ên rakirina cezayên li ser beşan û derfetên vekirina fînanseyên nû li welat, lê hîna nêzî 16 milyon û nîv Sûriyeyê pêdiviya xwe bi alîkariyên mirovî hene û nêzî 3 milyonan rûbirûyî nebûna ewlehiya xwarinê ne.

(fr)