Destûra hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re hat dayîn

Wezareta Dadê, serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi erênî bersivand.

Destûra hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re hat dayîn
27 kanûn, 2024   19:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa MA’yê Wezareta Dadê, serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re erênî bersivand.

Tê payin ku parlamaneterên DEM Partiyê Sirri Süreyya Onder û Pervîn Bûldan sibê yan jî di 29'ê Kanûnê de biçin Îmraliyê hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin.