Iraqê bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin

Şêwirmendê ewlehiya nîştimanî ya Iraqê bang li 60 welatan kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin.

Iraqê bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin
10 gulan, 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê ewlehiya nîştimanî ya Iraqê Qasim El Erecî bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ`î yên di kampa Holê de vegerînin.

El Erecî li ser X wiha nivisî: “Di kampê de malbatên ji 60 welatan hene. Piştî hewldanên domdar ên Iraqê, 24 dewletan dest bi vegerandina welatiyên xwe yên li wir kir. Di nav de Rûsyayê heye ku 32 zarokên çeteyên DAIŞ`î yên di navbera 5-17 saliyê de vegerandin. Em spasiya hikumeta Rûsyayê dikin û bang li dewletên din dikin ku welatiyên xwe vegerînin da ku ev kamp bê girtin.”

Li seranserê cîhanê kampa Holê ya herî xeternak e. Li gorî daneya ku Rêveberiya Kampê parve kirine, di kampê de 42 hezar û 781 koçber û penaber dimînin. Di nav de 19 hezar û 530 iraqî, 16 hezar û 779 sûriyeyî, 6 hezar û 461 biyanî û 11 kesên ku nasnameya wan nediyar e, hene.

(şx)

ANHA