Parêzgarê Hesekê bi komîteyên belgekirina welatîbûnê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi komîteyên belgekirina welatîbûnê li ser mijara lezkirina pêkanîna Biryarnameya 13`emîn civiya.

Parêzgarê Hesekê bi komîteyên belgekirina welatîbûnê re civiya
5 nîsan, 2026   15:01
HESEKÊ

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed civîneke berfireh bi serok û endamên komîteyên dayîna belgeyên welatîbûnê û berpirsên pêkanîna Biryarnameya 13`emîn re li dar xist. Di civînê de mekanîzmayên lezkirina pêkanîna belgeyên welatîbûnê, nîqaş kirin. Her wiha di civînê de têkildarî xebatên pêkanîna Biryarnameya 13`an agahî hatin dayîn. Li ser mijarên ku li pêşiya xebatên îdarî û teknîk ên komîteyên meydanî dibin asteng û dê çawa çareser bibin, nîqaş kirin. 

Parêzgar Nûredîn Ehmed di civînê de anî ziman ku divê baldar nêzî serlêdanên belgekirina welatîbûnê bibin û got pêkanîna Biryarnameya 13`emîn ji bo xurtkirina aramiya civakî û li gorî qanûnan mafên welatiyan dayîn, girîng e.

Her wiha parêzgar diyar kir ku divê serlêdanên ji bo welatîbûnê hatine kirin, dereng nemînin û mekanîzmayên dayîna welatîbûnê ji gel re hêsan bikin.