Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne

Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê xebatên xwe yên belavkirina alîkariyan li bajarê Laziqiyê û gundewarê wî didomîne.

Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne
Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne
Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne
Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne
Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne
Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne
Komeleya Mezopotamyayê belavkirina alîkariyan li Laziqiyê didomîne
2 hezîran, 2025   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê, di çarçoveya dabînkirina pêdiviyên civakên li Sûriyeyê zirar dîtine, pakêtên xwarinê li bajarê Laziqiye û gundewarê wê belav dike.

Komeleyê, di çarçoveya karwana alîkariyê ya 3’yemîn a ji bo Laziqiye û gundewarê wê de, îro bi hevkariya Gerînendetiya Karûbarên Civakî ya bajarê Laziqiyê, pakêtên xwarinê li bajêr û gundewarê wê belav kirin.

Armanca komeleyê ji van însiyatîfan, xurtkirina ewlehiya xwarinê, pêkanîna aramiya civakî ji malbatên li gel wan jêderên sabît ên jiyanê tune, ye. Her wiha komele hewl dide, xwe bigihîne beşên herî zêde ku zirar dîtine, bi taybet astengdaran.

Ev kampanya beşek ji rêzedestwerdanên mirovî û alîkariyê ye, ku ji hêla Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê ve li seranserê herêmên cûda yên Sûriyeyê, pêk tê.

(mh/fr)