Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû

Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê ya ku li Reqayê hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di encamnameya komcivînê de redkirina destwerdanên derve yên di diyaloga nîştîmanî ya Sûriyeyê de hatin redkirin û girîngî bi bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û misogerkirina ewlehiyê ji bo gelê Sûriyeyê hat dayîn.

Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dawî bû
28 sibat, 2025   00:05
REQA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) Komcivîna Gotûbêja Niştîmanî ya Sûriyeyê bi dirûşma "Ber bi avakirina Sûriyeya pirreng a demokratîk ve" li bajarê Reqayê li dar xist.

Di komcivînê de zêdetirî 200 siyasetmedar û rewşenbîrên Sûriyeyê ji Heleb, Laziqiyê û Siwêdayê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd axivî. Piştre fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî li ser encamên hilweşîna rejîma Baas û rêbazên çareseriyê ji bo Sûriyeya pêşerojê axivî. Piştre Şêx Murşid Xeznewî peyamek xwend û bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî axivî.

Dûre çalakgera Tevgera Guhertin û Demokrasiyê Serab Seîd encamnameya ji 14 pêşniyaran pêk tê, xwend û wiha ye:

1-      Pêvajoya diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyê bêyî rêgezên demokratîk û bingehên niştîmanî yên diyar ku tevahî Sûriyeyî li ser li hev bikin, wê krîzên li welat dewam bikin.

2-      Redkirina fermanên derve di her pêvajoya diyaloga niştimanî ya Sûriyê de, ku armanc dike pêkhateyekê bi dûr bixe û xîtaba nefretê di nava sûriyeyiyan de xurt bike.

3-      Hêza Sûriyê di cihêrengiya pêkhateyên wê de ye û ev cihêrengî tenê bi pêkanîna nenavendîbûnê di rêveberiya welat de dikare were pêkanîn, ji ber ku ew garantiya pêkanîna misogeriya aştiya hundirîn e ku şerê sereke ya rakirina cezayan li ser Sûriyeyê û pêkanîna çareseriya aboriya li welat e.

4-      Divê nasnameya niştîmanî ya giştî bi nasnameyên xwecihî û yên şaxî re nebin nakok, ji ber ku her pêkhateyek xwedî roleke bibandor di dîroka siyasî ya nûjen a Sûriyê de ye.

5-      Divê girîngî ji bo sepandina dadweriya veguhêz were dayîn, da ku bandorên zulmê yên li dijî Sûriyeyiyan ji dema damezrandina dewleta Sûriyeyê ve hatine pêkanîn, were çareserkirin û maf ji xwediyên wan re werin dayîn.

6-      Em diyar dikin pêwîstî bi vegera dilxwazî ​​û ewle ya hemû koçber û penaberan ji bo warên xwe heye û pêwîstî bi pêşkêşkirina desteka guncaw ji bo ewlehiya wan a mirovî heye.

7-      Divê "Hevpeymaneke civakî" bêyî dûrxistina tu aliyekî, bi beşdariya tevahî pêkhateyên siyas û civakî were sazkirin, û bibe lêvegera yekane ya sazkirina destûra nû ya welat.

8-      Di Sûriyeya nû de her binpêkirina mafên jinan ên civakî, siyasî, îdarî, aborî û çandî red dikin.

9-      Ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybetmendiya dîrokî, siyasî, civakî û çandî hebe û dûrxistina saziyên wê ji pêvajoya avakirina pergalê red dikin.

10-   Dewlemendiyên niştîmanî milkê tevahî sûriyeyiyan e û divê tevahî sûriyeyî di rêvebirinê de li gorî rêgezên edaletê û xizmetî pêvajoya geşepêdanê li tevahî herêmên Sûriyeyê bike, beşdar bibin.

11-   Divê hêzên dagirker ji xaka Sûriyeyê vekişin, her wiha divê her hêzeke biyanî ku zirarê li yek pêkhateyên Sûriyeyê dike, vekişe.

12-   Em banga avakirina eniyeke nîştimanî ya demokratîk a giştî ji bo tevahî sûriyeyan dikin.

13-   Beşdaran li ser birêxistinkirina forum û panelên diyalogê li tevahî herêmên Sûriyeyê li hev kir ku pêşeroja xwe nîqaş bikin.

14-   Veqetandina cihekî mezin ji bo rola rêxistinên civaka sivîl û tevgerên ciwanan û jinan.

 (mh-fr)

ANHA