Analîzkerê Iraqî: Banga Rêber Abdullah Ocalan peyameke kûr e

Analîzkerê siyasî yê Iraqê Esed El Ebadî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan gelek ji êşên gelê Kurd ên ji ber bidestxistina mafên xwe di nav xwe de hewandin û bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku ji bo pêkanîna aştiyê xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve.

Analîzkerê Iraqî: Banga Rêber Abdullah Ocalan peyameke kûr e
28 sibat, 2025   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN
MEDYA HENAN

Banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berfireh di nav çapemeniya Erebî û cîhanê, siyasetmedar û civakê bi giştî de deng veda.

Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de got ku di sedsala 2’yemîn a komara Tirkiyeyê de demokrasî nebe yekitiya domdar jî nabe û banga çekdanînê kir.

Der barê vê bangê û pêvajoya guhartina demokratîk de, analîzkerê siyasî yê Iraqê Esed El Ebadî ji ajansa me re diyar kir ku wan bala xwe dida tevgera azadiya Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan û li benda peyama wî bûn.

El Ebadî got: “Peyama birêz Ocalan diyar dike ku bi demê re û bi guhartinên ku di 40 salan de pêk hatine re, ku tê de têkoşîna ji bo bidestxistina mafan pêş ketibû, êdî divê ew qonax me bi rê ve bibin, wekî ku Rêberê Kurd ê mezin, Rêberê tevgera azadiya Kurdistanê diyar kiribû.”

El Ebadî wiha domand: “Peyama ku me bihîst kurtkirî bû, lê belê gelek ji êşên gelê Kurd ên ji bo bidestxistina mafên xwe û ketina nav xebata siyasî di nav xwe de hewandin. Ez bawer im ev jî armanca me hemiyan e.”

‘EM PÊŞ DIBÎNIN KU QONAXA BÊ QONAX XÊRÊ Û AŞTIYÊ BE’

El Ebadî diyar kir ku ew pêş dibîne ku qonaxa bê qonaxa xêr, aştî, avakirin û vegerandina mafan be, ew mafên ku şehîdan ji bo wan û ji bo rojeke wek roja îro ku tê de gel bi azadî û rûmet bijîn, canê xwe feda kiriye.

El Ebadî destnîşan kir ku di qonaxa bê de dibe ku guhartinên mezin ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li seranserî Rojhilata Navîn û bi taybetî oi seranserî Kurdistanê pêk werin, çi li Sûriye, Iraw û Îranê be jî.

El Ebadî wiha zêde kir: “Ez bi vê peyamê pir kêfxweş û spasdar im û gelê Kurd ê giranbuha jî yê ku bi têkoşîna Rêbertî û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gihîştiye vî astê, pîroz dikim.”

El Ebadî bang li desthilata Tirk a dagirker kir ku xwe li hemberî vê peyamê û li hemberî erkên xwe yên pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê û seranserî herêmê, berpirsiyar bibîne.

(mh(