Kombûna Zenûbiya li dijî planên dagirkeriyê bang kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya bang li gelên Sûriye û Iraqê kir ku li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker rabin.

Kombûna Zenûbiya li dijî planên dagirkeriyê bang kir
18 tîrmeh 2024   13:11
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî êriş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek li Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê berdevka kombûnê Xûd El Îsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gerîla ya li hemberî DAIŞ’ê hate kirin û hate gotin: "Hêzên gerîla ku ji keç û xortên herêmê pêk tên, di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de destanên zêrîn nivîsandin. Hêzên gerîla ji bo parastina xak û civaka xwe li ber xwe didin, li Iraq û Başûrê Kurdistanê gelek bajar û gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di salên borî de li Sûriye û Iraqê “trajediya nayê jibîrkirin" rû da û wiha hat domandin: "Di vê trajediyê de jinan ewlehî û aramî ji dest da, ji welatê xwe derbider bûn û cureyên herî hov ên îşkenceyê li wan hatin kirin. Jinên êzidî di dema êrişên 3’yê Tebaxa 2014’an ên çeteyên DAIŞ’ê de hatin revandin û îşkence li wan hatin kirin."

Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku ji ber planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Sûriye û Iraqê xetereyeke nû li ser ewlehiya her du welatan heye. Hate gotin: "Dewleta Tirk bi armanca pêkanîna plana xwe ya dagirkirinê nêzî hezar çeteyên DAIŞ’ê ji bo şerê li dijî gerîla şandin Başûrê Kurdistanê. Tevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re asta dijbertiya wê ya li gelên Sûriye û Iraqê îsbat dike."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin: "Em bang li gelê xwe yê Sûriye û Iraqê dikin ku bibin yek û li hemberî terorê rabin."

(bb)

ANHA