Elî Fetlawî: Fuad Hisên li gor berjewendiyên PDK’ê kar dike

Endamê Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî diyarkir ku bêdengî û bê helwestiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ya li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk heman helwesta PDK’ê ye.

Elî Fetlawî: Fuad Hisên li gor berjewendiyên PDK’ê kar dike
18 tîrmeh 2024   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de rexne li şêwazê karkirin û helwesta Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ya li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk kir û got: “Helwesta Fuad Hisên ya li beramberî binpêkirinên dewleta Tirk heman helwesta PDK’ê ye.”

Fetlawî diyarkir ku bêdengiya Fuad Hisên nîşan dide ku berjewendiyên Hewlêr û Enqereyê biheve hene û ji ber wê ye partiya Mesûd Barzanî jî li hember tiştên diqewimin bêdenge.

Elî Fetlawî eşkere kir ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê ti helwestek tûnd li beramberî binpêkirinên dewleta Tirk nîşan nedaye û ji ber bêdengiya Bexda û Hewlêrê artêşa Tirk binpêkirinên xwe yên li ser xaka Iraqê berdewam dike.