Kombûna Jinan a Zenûbiya bûyera îşkenceyê ya li Dêrazorê şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê îşkenceya li 3 jinan a li gundê Ebû Herdûm ê Dêrazorê pêk hatiye, şermezar kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bûyera îşkenceyê ya li Dêrazorê şermezar kir
13 nîsan, 2024   14:30
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Xeta Şerqî ya kantona Dêrazorê sûc û tundiya li dijî jinan şermezar kir. 

Hevseroka Meclisa Gelên Demakratîk Îman El Mirkaz daxuyanî xwend û got: "Em sûcên li dijî jinan şermezar dikin."

Îmanê di daxuyaniyê de sûc û îşkencekirina 3 jinan li gundê Ebû Herdûm ê rojhilatê Dêrazorê ku di 10`ê Nîsanê de çêbûye, bi bîr xist û bang li aliyên têkildar kir ku kesên ev sûc kiriye, bigirin û cezayên herî giran li wan bibirin.

(şx)