Malbatên şehîdan êrişa li ser goristana şehîdan şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan li 11 bajar û navçeyên kantona Cizîrê êrişa li ser goristanên şehîdan ên li navçeya Lice yê Amedê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êriş binkeftina AKP`ê û dewleta Tirk nîşan dide.
Meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê, Şedadê, Til Temir, Til Birak, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîsê bi daxuyaniyên cuda êrişa li ser goristana şehîdan a li navçeya Lice ya Amedê şermezar kir.
Di daxuyaniyan de êrişa li ser goristanê hate şermezarkirin û hate gotin ev êriş helwesta alîgirên AKP`ê ya li Tirkiyeyê, binkeftina AKP`ê di hilbijartinan de û binkeftina artêşa Tirk a li çiyayên Kurdistanê rave dike.
Her wiha hate diyarkirin ku êrişa li ser goristanê li dijî mafên mirovan e û divê hesab ji ber wê were pirsîn.
Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên mirovî yên navneteweyî hate kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurdistanê û gelê Kurd bên rawestandin û Erdogan bê darizandin.
QAMIŞLO
TIL HEMÎS
ÇILAXA
TIRPESPIYÊ
GIRKÊ LEGÊ
TIL BIRAK
ŞEDADÊ
TIL TEMIR
HESEKÊ
AMÛDÊ