Şandeya DEM Partiyê tekildarî hevdîtinên bi AKP‘ê û MHP‘ê re daxuyanî da

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHP‘ê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Şandeya DEM Partiyê tekildarî hevdîtinên bi AKP‘ê û MHP‘ê re daxuyanî da
16 tîrmeh, 2026   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê tekildarî hevdîtinên bi AKP‘ê û Serokê Giştî yê MHP‘ê Devlet Bahçelî re daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

 “Heyeta me di 15‘ê Tîrmehê de bi heyeta AK Partiyê û di 16‘ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevdîtin pêk anî. Em di hevdîtinê de li ser rewşa pêvajoyê axivîn û gotûbêj kir. Me anî ziman ku divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê û ji bo ew qanûn ji bendewariyên civakê re bibe bersiv dan û standin bên kirin. Dan û standinên me yên vê der barê de dê berdewam bikin.

Piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.