Koçberên li Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xist

Koçberên li Kampa Waşûkanî dimînin xwepêşandan li dar xist û daxwaz kir ku berî zivistanê vegerin warê xwe.

Koçberên li Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xist
Koçberên li Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xist
Koçberên li Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xist
Koçberên li Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xist
Koçberên li Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xist
26 cotmeh, 2026   16:05
HESEKÊ

Li Kampa Waşûkanî koçberên Serêkaniyê û Til Temirê îro xwepêşandanek bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de rêya Til-Hesekê qut kir û daxwaz kir ku bi lez vegerin warên xwe.

Her wiha xwepêşandêran diyar kir ku ew li kampê gelekî zehmetiyan dibînin, tu rêxistin nema bi wan re dibin alîkar.

Mûsa Mihemed ê ji gundê El Menacîr e û li Kampa Waşûkanî dimîne, anî ziman ku êdî nema rêxistin bi wan re dibin alîkar û rewşa wan zehmet e, zivistan nêz dibe û dema baran dibare ew di bin konên qetiyayî de ne û baran li wan dike. Mihemed daxwaz kir zû vegerin warê xwe.

Cabir Ebdulrehman jî got: "Ez ji gundê El Kêf ê Til Temirê me. Me xwepêşandan li dar xist da ku em zû vegerin warê xwe. Rewşa me zehmet e, dizî zêde bûye, tevlihevî heye û derfetên me yên jiyanê nîn in. Em dixwazin ku karwanên vegere ji hemû koçberan pêk were.”

Mihemed Ebdulrehman ji gundê El Kinêhir ê Til Temirê got: “Em jî dixwazin vegerin warê xwe. Karwanên ku vedigerin tenê ji hinek herêman pêk tên. Berî zivistanê em dixwazin vegerin gundê xwe.”

(np)

ANHA