Koçberên Efrînê xwestin dewleta Tirk ji herêmê derkeve

Koçberên Efrînê yên li Tebqayê di salvegera 7ˈan de a dagirkirina Efrînê banga derketina dewleta Tirk ji warê xwe kirin.

Koçberên Efrînê xwestin dewleta Tirk ji herêmê derkeve
19 ÇILE, 2025   15:24
TEBQA

Bi dehan koçberên  ji kantona Efrîn-Şehbayê ên li Tebqayê  bi cih bûne, bi boneya salvegera 7ˈan a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li wargeha koçberan a li cihê werzîşê ya bajarê Tebqayê hate dayîn û ji aliyê endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 2018ˈan veji ber dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Efrînê hîna ji sedî 75 niştecihên wê yên resen ji cih û ware xwe mane.

Di daxuyaniyê îşaret bi sûcên dermirovî wekî revandin, qetilkirin, dizî, talankirin, îşkencekirina revandiyan, standina fidiyê û qirkirina xwezayê ku dagirker li kantona Efrîn-Şehbayê dikin hate kirin.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî (YN) bang li hemû rêxistinên navneteweyî hate kirin ku hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, erkên xwe yên exlaqî û qanûnî pêk bînin, zextê li dewleta Tirk bikin bila ji herêmên dagirkirî derkeve, hesab ji sûcdaran biprisin û vegera bi rûmeta a koçberan a li warê xwe mîsoger bikin. Her wiha bang hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe yên li ser Bendava Tişrînê, derdora Pira Qereqozaqê û gundewarê Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne. Hat bibîrxistin ku di encama van êrişa de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de bîlançoya sala 2024ˈan a sûcên li Efrîn-Şehbayê hatiye diyarkirin. Li gorî bîlançoyê:

Revandin û binçavkirin: 59 jê jin û 10 jê zarok bi giştî 650 kes hatin revandin.

Qetilkirin: 64 kes hatin qetilkirin, di nav de 10 û 10 zarok û 3 jinên dawî li jiyana xwe anîne, hene.

Îşkencekirin û birîndarkirin: Di nav de 2 zarok, 8 jin û 2 kesên bi temen 56 kes hatin îşkencekirin û birîndarkirin.

Birîn û şewitandina daran:  Zêdetirî 10 hezar û 360 dar hatin birîn, 597 hektar erzî û zêdetirî 6 hezar dar hatin şewitandin.

Avakirina mêtîngehan û guhertina demografî: 15 mêtîngeh û dibistanek ji aliyê rêxistina JTSˈê ya ji Koreyaya Başûr ve hatin avakirin.

Firotina milkan: Zêdetirî 16 eqar (Milk) hatin firotin.

Di çarçoveya desteserkirina milkên Kurdan de, şêniyên gundê Kaxirê hatin neçarkirin ku milkên xwe bidin çeteyên koma El Emşat û fidiyê bidin wan.

Diziya Zeytûnan: Li tevahî gundên Efrînê berhemên zeytûnan ji aliyê komên çeteyan û kesên li herêmên hatine bicihkirin ve hatin dizîn. Li Gundê Qerzehîlê zêdetirî 3 hezar û 500 darên zeytûnan û li gundê Qîbarê zêdetirî 700 darên zeytûnan hatin dizîn.

Standina xeraceyan: Sala bûrî herî zêde xerace li ser xelkê hatin ferzkirin: Ferzkirina xerace li ser dahata çinîna zeytûnan li herêma Efrînê. Rêjeya xerace digihe 20 heta 30 dolarên Amerîkî. Li gundên Meydana yên Racoyê li ser 900 malbatên Kurd hate ferzkirin ku 4 hezar 500 tenekên zeyta zeytûnan bidin. Li gundê Gimrokê yê Mabatayê 250 hezar dolar hate ferzkirin. Li hin gundên Şiyê jî 60 hezar dolar û li ser gundê Qermitlik bi tenê 70 hezar dolar hate ferzkirin.

(bb)