DAIŞˈê sûdê ji êrişên Tirkiye digirin, hewl didin malbatên xwe ji kampê birevînin

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kampa Holê ragihandine, malbatên çeteyên DAIŞˈê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker digirin û hewl didin ji kampê birevin.

DAIŞˈê sûdê ji êrişên Tirkiye digirin, hewl didin malbatên xwe ji kampê birevînin
19 ÇILE, 2025   15:44
HESEKÊ

Piştî hilweşandina rejîma Baasê, çeteyên DAIŞˈê miqdarke mezin a çekên rejîmê berê bi dest xistin. Bi hilweşandina rejîmê û zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re liv û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞˈê zêdetir bûne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên agahdar ji kampa Holê dane ajansa me, hêzên ewlehiya kampê duh hewldana malbatên çeteyan a reva ji kampê pûç kir.

Çavkaniyan diyar kir ku rojane hewldanên malbatên çeteyan a reva ji kampê çêdibin. Her wiha destnîşan kir ku bi zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞˈê yên li derveyî kampê re çalakiyên şaneyan li hundirê kampê jî zêde bûne.

Çavkaniyan dane zanîn ku hewldanên reva ji kampê di tariyê û dema rewşa hewayê ne baş be tên kirin. Çavkaniyan diyar kir ku hêzên ewlekariyê piraniya hewldanên reva ji kampê têk birin.

(bb)

ANHA