Bi sedan ji xelkê Firatê şehîd Mihemed Qaso oxir kir

Şeniyên Kantona Firatê şehîdê Hêzê Ewlekariya Hundirîn ku li Bendava Tişrînê bi êrîşa dewleta Tirk a bi balafirê şer de şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet ew spartin axê.

19 ÇILE, 2025   15:18
KOBANÊ

Endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn Şehîd Mihemed Qaso e, li bendava Tirşînê di 16`ê Çileyê 2025’an de şehîd bû li pekrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hat oxirkirin.

Piştî deqeyekê rêz girtinê Endama Rêveberiya Kongira Star a bajarê Şêranê Litfiyê Silêman axivî û diyar kir ku Gelê Kobanê car din mohra xwe li dîrokê xist û got: “Çawa bi dirûşmeya ku em ji mirinê mezintirin xwe da îsbatkirin, îro careke din em bi vê siloganê li ber xwe didin.”

Dûra jî Endamê Rêveberiya Hêza Ewlekariya Hundirîn Şêro Mustefa axivî û diyar kir ku ew weke hêza ewlekariya hundirîn wê tola şehîdên xwe hilîn in û wiha pêde çû:" Hevalê Mihemed her tim dixwst gelê xwe bi hemû pêkhateyê xwe bi azadî jiyan bike û agirê şoreşê û çanda kurdewariyê di dilê her kurdekî re gor bike.”

Şêro bal kişand li ser berxwedaniya Tişrînê û wiha got: “Yê ku dixwazin şerê gelê şoreşgerî nas bike, wê berê xwe bide bendava Tişrînê. yên ku bixwazin axa me dagir bikin,bila bizanin em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomîmim û li hemberê her cure dagirkerî rabin."

Endama Koma Botan Evîn Berewad got ku em bi hevra li bendavê bûn û bi stranên xwe yên şoreşgerî me berisva her êrîşê dida, em ê jî heta dawiyê xwedî li wê stranên xwe yên ku hevalên me mihemed digot em ê riya wî bişopîn in.

kurê şehîd Mihemed, Aras Hiso jî axivî û anî ziman ku ger ne şehîd bana em jî ne li vir bûn û wiha got :" Ger ne şervanên me û şehîdên me bana, em jî ne li vir bûn, em bi saya wan li virin, bi saya simbêlzeran û gulîmoran em li virin, ew in hêza me. Me çavên xwe di nava malbateke welatparêz de vekir, di hembêza şervanan de em mezin bûn û şîre vebûn. Em bi saya wan xwediyê vê axê û vî zimanî ne. em ê mutleq riya wan bişopî in, heta dawiyê jî xwedî li nirxên wan derkevin.”

Dûra jî wesîqa şehîdan hat xwendin û radestî malbatê hat kirin, şehîd bi diûrşmeyan hate oxirkirin.

(sş)

ANHA