Koçberên Efrînê ji Şehbayê derdikevin

Piştî daxuyaniya Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê ku ji bo ewlekariyê kiribû, koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê dest bi derketina ji herêmê kirin.

Koçberên Efrînê ji Şehbayê derdikevin
2 kanûn, 2024   13:46
ŞEHBA

Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê îro (2 Kanûn 2024) daxuyaniyek da diyar kir ku ji ko gel bi komkujiyê re rû bir û neyê, biryar daye ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin derkevin. 

Piştî daxuyaniyê koçberên Şehbayê, kom bi kom dest bi derketina ji herêmê kirin.

Li gorî agahiyan koçber wê li herêmên Tebqa û Reqayê werin bicîhkirin.

(ekip/a)

ANHA