Balafirên şer gundê Guherzê bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker şeva borî piştî ku bi balafirên şer derdora gundê Guherzê bombebaran kirin, helîkopterên êrişê jî heman dever gulebaran kirin.

Balafirên şer gundê Guherzê bombebaran kirin
2 kanûn, 2024   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên dereng ên şeva borî de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Guherzê ya ser bi bajaroka Dêrelokê bombebaran kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, balafiran du car dever bombebaran kirin. Piştre jî helîkopterên şer deverê gulebaran kirin.

Di derbarê ziyanên êrişan de agahî nehatin bidestxistin.