Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Hesekê de welatiyek şehîd bû

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a duh a li ser rêya Qamişlo- Hesekê de welatiyê bi navê Ezîz Selahedîn Şêxo şehîd bû.

Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Hesekê de welatiyek şehîd bû
2 kanûn, 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker duh li ser rêya Qamişlo-Hesekê erebeyek bombebaran kiribû. Di êrişê de welatiyek şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya welatiyê ku di bombebaranê de şehîd bûye, aşkera kir.

Nasnameya welatiyê şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ezîz Şêxo
Navê dayikê: Leyla
Navê bav: Selahedîn
Dîroka jidayikbûnê: 10 Çile, 2004
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 1 Kanûn 2024.

(bb)