Li Heleb û Dêrazorê 2 kes hatin kuştin û 3 zarok birîndar bûn

Li gundewarên Heleb û Dêrazorê di encama êrişan de 2 kes hatin kuştin û 3 zarok jî birîndar bûn.

Li Heleb û Dêrazorê 2 kes hatin kuştin û 3 zarok birîndar bûn
20 hezîran, 2026   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku çekdarên nenas li motorsîklêtê bûn duh li ser rêya Exterîn-Marî yên gundewarên bakurê Helebê ciwanek bi navê Ekrem Hisên El Kemal gulebaran kir û wî kuşt. Hate zanîn ku El Kemal  li Almanayê bi cih bûye, lê ji çend rojan ve ji bo serdana malbata xwe vegeriyabû.

Li gundê Ebû Herdûm ê Dêrazorê jî çekdarên nenas gule li endamê berê yê meclisa sivîl a girêdayî Rêveberiya Xweser Xalid El Ayîd El Xelîfe û 3 zarokên wî reşandin. Çavkaniyan dane zanîn ku El Xelîfe di êrişê de jiyana xwe ji dest da û 3 zarokên wî birîndar bûn.

Heya niha tu kesî êriş negirtiye ser xwe û  Hêzên Ewlekariyê jî der barê bûyerê de agahî parve nekirine.

(bb)