Rehmaya piştî 11 salan hatiye rizgarkirin gihaşte Şengalê

Keça Êzidî Reham Hecî ku ji aliyê YPJ’ê ve hatibû rizgarkirin, piştî 11 salan vegeriya Şengalê û li navenda YBŞ`ê ya li Xanesorê radestî malbata wê hate kirin. Reham Hecî ji ber ku gihişt malbata xwe, spasiya YBŞ û YJŞ’ê kir û got: ‘’Ez jinûve ji dayîka xwe bûm.’’

Rehmaya piştî 11 salan hatiye rizgarkirin gihaşte Şengalê
24 tîrmeh, 2025   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzhatina 11. Salvegera fermana 3.8.2014’an, mizginiyekê gihişt Şengalê û civaka Êzidî. Keça Êzidî Riham Hecî piştî 11 salan vegeriya axa pîroz a Şengalê. Reham Hecî ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên YPJ’ê ve hatibû rizgarkirin, îro li navenda YBŞ’ê ya li Xanesorê radestî malbata wê hate kirin.

Reham Hecî, xelkê Xanesorê ye, di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de dîl hatibû girtin. Piştî nêzîkî 11 salan, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin.

Piştî ku malbata Reham hate naskirin, ew radestî Mala Êzidiyan li Rojava hate kirin û bi rêya lijneya têkiliyan a YBŞ û YJŞ îro gihişt Şengalê. Malbata wê û nas û dostên wan bi tilîliyan li navenda YBŞ a Xanesorê ew pêşwazî kirin.

REHAM HECÎ: YPJ’Ê EZ RIZGAR KIRIM

Reham, ku di sala 2003’an de ji dayîk bûye, di temenê xwe yê 10 salî de ketibû destê DAIŞ’ê. Ji ber ku 11 salan di nava DAÎŞ’ê de mabû, zimanê dayîkê ji bîr kiribû. Lê belê, ji ber ku rizgar bûye û vegeriyaye mala xwe, kêfxweşiya xwe anî ziman. Reham got: “Di temenê xwe de min tu carî kêfxweşiyeke wisa nedîtiye, ez nizanim çawa vê kêfxweşiyê bînim ziman. YPJ’ê li Sûriyeyê ez rizgar kirim û bi riya hevalan îro ez gihiştim malbata xwe, ev ji bo min ji nû ve dayîkbûn e. Ez pir kêfxweş im ku wisa bi coş ji aliyê gelê xwe ve hatime pêşwazîkirin.”

Dayika Reham: Heya ez sax bim, qenciya hevalan ji bîr nakim

Dayika Reham jî li ser rizgarkirina keça xwe, di serî de spasiya YBŞ-YJŞ’ê û her kesê ku di rizgarkirina keça wê de alîkar bûye kir û got: “Heya ez sax bim, ez qenciya hevalan ji bîr nakim. Hevalan ji bo me gelek kir, ew hemû keç û kurên me ne. Ji malbata min hîna gelek kes mane, ez bi hêvî me ku heval rojekê wan jî rizgar bikin û li me vegerînin.”

YJŞ: RIZGARKIRIN Û PARASTINA JINÊN ÊZIDÎ ERKA ME YE

Li ser navê YJŞ’ê, Sozdar Şengalî jî got: “Me di ber rizgarkirina Reham de zehmetî dît, lê em pê serbilindin. Ji ber ku her keçek me ku ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bibe, ji me re dibe hêz û moral. Em wek YJŞ’ê û YBŞ’ê em ê berdewam bin heya yek keç û zarokên me di destê wan hovan de hebin. Rizgarkirin û parastina jinên Êzidî erka me ye. Em pir kêfxweş in ku îro Reham gihîşt malbata xwe û em jî niha Reham radestî malbata wê dikin û dibêjin serxêrê be.”