‘Kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn li cem Rêber Abdullah Ocalan e’

Siyasetmedaran diyar kir ku kilîta aştiya li Rojhilata Navîn li cem Rêber Abdullah Ocalan e û bêyî serbestberdana wî aştiyeke rasteqîn pêk nayê.

‘Kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn li cem Rêber Abdullah Ocalan e’
23 sibat, 2025   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Siyasetmendarên ji bajarê Hesekê anîn ziman ku berdewamiya pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî hewldanên pêkanîna aştiyê ye û got serbestberdana wî şertekî esasî yê bidawîanîna şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn e.

‘RAMANÊN RÊBERTÎ VEBIJÊRKA GELAN IN’

Mihemed Eşref Elî diyar kir ku geşedanên ji dehên salan li Rojhilata Navîn rû didin, encama nebûna fikrên azad e û diyar kir ku pergalên serdestê çarenûsa gelan kontrol dikin û her hewldaneke rizgarkirî û guhertinê diçewisînin.

Eşref Elî anî ziman ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan gefek li ser projeyên desthilatên herêmê ye, ji ber vê yekê komplo li dijî wî çêkirin û wî revandin. Eşref Elî da zanîn ku belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan îsbat dike ku vebijêrka gelan a azadî û aştiyê ye.

Mihemed Eşref Elî bi bîr xist û dewleta Tirk îdiaya aştiyê dike, lê di heman demê de binpêkirinên dermirovî li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike û siyasetên tecrîd û çewisandinê didomîne.

Siyasetmendar Mihemed Eşref Elî bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî ne mimkun e.

‘GELÊN HERÊMÊ AZADIYA XWE DI AZADIYA RÊBERTÎ DE DIBÎNIN’

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya bajarê Hesekê Fatima Hesen Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin.

Fatima Hesen got, dewletên komploger tê gihaştin ku kilîta aştiyê li cem Rêber Abdullah Ocalan e û ne mimkun e rola wî di dîtina çareseriyên siyasî yên daîmî were paşguhrkirin.

Fatima diyar kir ku gelên herêmê dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ranewestîne û îşaret bi vê kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn û bêyî azadiya wî aştiyeke rasteqîn çênabe.

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya bajarê Hesekê Fatima Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest sembola têkoşînê ye. Rêbertî bingehên azadiya jin, şoreş û demokrasiyê danîn. Azadiya wî azadiya civakê ye, em ê heya dilopa dawî têkoşîna azadkirina wî ya fîzîkî berdewam bikin."

(bb)

ANHA