Ji ber êrişên artêşa Tirk li Eyn Îsayê zêdetirî 40 hezar kes bê av maye

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê, ava vexwarinê ji ser zêdetirî 40 hezar kesî qut bûye. Tîmên sererastkirinê jî ji ber êrişan nikarin xwe bigihînin dezgehên avê yên di encama êrişan de êdî naxebitin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk li Eyn Îsayê zêdetirî 40 hezar kes bê av maye
Ji ber êrişên artêşa Tirk li Eyn Îsayê zêdetirî 40 hezar kes bê av maye
Ji ber êrişên artêşa Tirk li Eyn Îsayê zêdetirî 40 hezar kes bê av maye
Ji ber êrişên artêşa Tirk li Eyn Îsayê zêdetirî 40 hezar kes bê av maye
Ji ber êrişên artêşa Tirk li Eyn Îsayê zêdetirî 40 hezar kes bê av maye
23 sibat, 2025   06:05
EYN ÎSA

Bombebaran û topabarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Eyn Îsayê û gundewarê wê, bi hemû cureyên çekên giran û balafirên bêmirov dewam dikin. Di êrişan de stasyonên sereke yên ava vexwarinê û tora elektrîkê hatin bombebarankirin û ji xizmetê derketin.

Di demên dawîn de depoya berhevkirina avê ya li Eyn Îsayê, stasyona avê ya El Hîşe û stasyona avê ya El Fatse jî bûn armanca êrişan û xebata wan sekinî.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Eyn Îsayê Sanaa El Elî der barê mijarê got: "Dagirkeriya Tirk di dema dawîn de giraniya êrişan da ser dezgehên xizmetguzariyê da ku jiyana şêniyan asteng bike. Rasterast depoya berhevkirina avê û torên elektrîkê yên ku stasyonên El Hîşa El Xamiyê kirin armanca êrişan, her wiha di êrişan de stasyona El Fatse bi temamî wêran kirin.”

Senaa El Elî got: "Ji ber van êrişan ava vexwarinê li ser 65 gundan (45 dungên El Hîşa û 20 gundên Eyn Îsayê) ku 41 hezar kes lê dijîn, qut bû. Berdewamkirina qutbûna avê dê şêniyên herêmê neçar bike ku ava bi kêrî vexwarinê nayê bi kar bînin ku dibe sedema nexweşiyan.”

Der barê hewldanên wan ên ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan de jî got: "Tenê sîtêreke avê heye û 24 saetan dixetibe, lê ew têra hewcedariyên şêniyan nake.”

Hevseroka Rêveberiya Avê di dawiya axaftina xwe de got heta niha ji ber dewamkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker tîmên teknîk nikarin xwe bigihînin wan dezgehan û sererast bikin.

Rayedarên kantona Firatê diyar kiribû ku ziyana madî yên di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dezgehên avê bûne, gihaştiye milyonek dolarî, her wiha bi hezaran malbatan jî ji ber qutbûna avê ziyan dîtine.

(k)