Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa

Dema ku balafirên dagirkeriya Tirk çalakvanên li bendava Tişrînê bombebaran kirin, Ebdilsemed ne nedizanî ku dê bibe şahidê sûcekî herî giran. Di nava toz û dûmanê de giyanê wî ji birînên wî xurttir bû û vîna wî neşikest. Dibêje "Ez baş bibim ez ê dîse vegerim.”

Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa
Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa
Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa
Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa
Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa
Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa
Di şoreş û berxwedana Rojava de çîrokek; Ebdilsemed Îsa
23 sibat, 2025   05:15
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM - ZEYNEB ŞÊXO

Ebdilsemed Omer Îsa yê bi navê Hecî Ebdilsemed tê naskirin, li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dijî. Ji gundê Girmêrê yê girêdayî bajarê Amûdê ye.

Hecî Ebdilsemed di sala 1970’yan de tevî malbata xwe diçe bajarê Hesekê û li taxa Til Hecerê bi cih dibe. Di sala 2012’an de, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, yek ji damezirînerên meclisên taxan bû ku pêkhateyên herêmê yên ji Kurd, Ereb û Suryan pêk dihatin.

Piştre di sala 2013’an de li taxên bajêr beşdarî xebatên avakirina komînan bû. Bi destpêkirina avakirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Gel re, Hacî Ebdilsemed û hevalên wî bi şev taxên xwe diparastin.

NAVENDA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ; MALA GEL

Li taxa Til Hecer, Hecî Ebdilsemed tev li xebatên avakirina yekemîn Mala Gel bû ku bû navenda bingehîn ji bo birêxistinkirina civakê û xebatên parastina taxê. Bi xwe rêveberiya vê navendê girt ser xwe û bi şev û roj xebata xwe domand.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bombeyek li pêşiya navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Til Hecerê bi cih kiribû. Bombe teqiya û Hacî Ebdilsemed bi giranî birîndar bû û hevrêyê wî Dijwar şehîd bû. Paşê li pakrewangeha şehîdan a li bajarê Hesekê bi navê şehîd Dijwar hate binavkirin. Ev birîn tenê destpêka rêzebirînên wî yên salên têkoşînê bû.

SERÊKANIYÊ; KONÊ BERXWEDANÊ

Dema ku çeteyan di dawiya sala 2012’an û destpêka sala 2013’an de dest bi êrişên xwe yên li ser bajarê Serê Kaniyê kir, şervanên YPG û YPJ’ê pêşengiya pêngava rizgarkirina herêmê dikir. Di wan rojên dijwar de, Hacî Ebdilsemed konek li gundê Mirêkîs veda, li wir alîkariya lojîstîk ji şervanan re bi rê dikir û piştgiriya wan dikir.

7 BIRÎN KETINE LAŞÊ WÎ

Hecî Ebdilsemed di dema tevlêbûna hemleyên Yekîneyên Parastina Gel ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker de, zêdetirî 7 caran birîndar bû. Birîna wî ya dawîn li bendava Tişrînê bû, dema bi karwanekî pêkhateyên kantona Cizîrê re tev li bexwedana li bendava Tişrînê bû. Di wê rojê de, 22’yê Çileya 2025’an, balafirên artêşa Tirk a dagirker kombûneke sivîlan bombebaran kir û Hacî Ebdilsemed ji gelek deverên laşê xwe birîndar bû.

ŞAHIDIYA ZINDÎ LI BENDAVÊ

Hacî Ebdilsemed behsa wan kêliyan dike û dibêje: "Min bi çavê xwe dît ku hêzên esmanî yên Tirk kombûneke sivîlan li bendava Tişrînê bombebaran kir, çek di destê şêniyan de tune bû, tenê hatibûn ji bo parastina bendavê, min dengê teqînan dibihîst, ez ji gelek deverên laşê xwe birîndar bûm, heta niha jî ez xwe derman dikim.”

Tevî birînên wî jî morala wî bilind bû û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser sivîlên bêçek şermezar kir. Hecî Ebdilsemed bang li gelê Kurd kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bibin yek.

SOZA XWE NAŞIKÎNE

Di dawiya axaftina xwe de Hacî Ebdilsemed destnîşan kir ku ew ê careke din vegerin bendavê û careke din tev li karwanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe û bendava Tişrînê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêze.

(k)

ANHA