Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir: 1 kuştî, 1 birîndar

Di êrişa hêzên Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê ya li dijî erebeyekê de kesek hat kuştin û yek din birîndar bû.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir: 1 kuştî, 1 birîndar
16 adar, 2025   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Yatir ê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku di bombebaranê de kesek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê der barê bombebaranê de daxuyand ku wê endamekî Hizbullah kir armanc ku li herêma Kefer Kêla yê başûrê Lubnanê beşdarî çalakiyan dibû.

(bb)