Xwendekaran banga xwedîderketina li perwerdeya kurdî kir

Li bajarê Hesekê û Dirbêsiyê xwendekar û malbatên xwe nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz anî ziman û bang li ciwan, sazî û xelkê herêmê kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

12 mijdar, 2026   14:29
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji xwendekar û malbatên wan îro meş organîze kir. Li bajarê Dirbêsiyê jî xwendekaran daxuyanî da.

Şêniyên Hesekê ji Çerxerêya Kevokê dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin”, “Zimanê kurdî xeta sor e” û “Zimanê me rûmeta me ye” hildan.

Meşê heyanî Çerxerêya Şehîd Serhed dewam kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Yekitiya Partiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û got: “Nasnameya gelan bi ziman û çanda wan ve girêdayî ye. Li Rojava di 14 salan de zimanê kurdî bi pêş ket. Li dibistanan, peymangeh û zanîngehan kurdî xwendin û niha li saziyên me yên sivîl û xizmetguzariyê jî tê bikaranîn. Em bi tu awayî qebûl nakin ku zimanê me sînordar bikin. Sûriye di netewe, ziman û çandê de pirreng e. Ji bo ev pirrengî were parastin divê sîstem demokratîk be û mafên hemû pêkhateyan werin misogerkirin. Ez daxwaz ji hikumeta veguhêz dikim ku li biryara xwe vegere û sererast bike. Heke zimanê kurdî nas neke ev tê wateya hebûna gelê Kurd jî nas nake."

Li bajarê Dirbêsiyê jî xwendekarên Dibistana Şehîd Cemîl Ehmed Hesen a gundê Til Kerem daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Sozdar Hemê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin û bibe yek ji zimanên fermî yê Sûriyeyê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê kurdî nasname, dîrok û çanda gelê Kurd e. Parastina zimanê dayikê û pêşxistina wî mafekî mirovî ye û nabe were sînordarkirin.

(np)

ANHA