Li gundewarê Tertûsê 3 ciwan hatin kuştin û yek jî birîndar bû

Li ser rêya gundewarê Tertûsê di encama hedefgirtina seyareyekê 3 ciwan hatin kuştin û ciwaneke dîtir birîndar bû, hîn jî agahiyên fermî têkildarî bûyerê nehatine ragihandin.

Li gundewarê Tertûsê 3 ciwan hatin kuştin û yek jî birîndar bû
5 cotmeh, 2026   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şeva 4-5`ê Cotmehê di encama hedefgirtina seyareyekê li nêzî gundê Bêt Ewad li ser rêya Safîta-Meşte El Hilû yê gundewarê Tertûsê 3 ciwan hatin kuştin, ciwaneke din jî bi gulebaranê birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî kesên hatine kuştin bi navê Elî Esbir, Yesen Esbir û Elî Yûsif e, hemû jî ji xelkê herêmê ne.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li cihê bûyerê belav bûn, lê heta niha bi awayeke fermî ti agahî nehatine ragihandin.

(sb)

ANHA