Ji bo vegera koçberan ji navenda Serêkaniyê amadekarî tên kirin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyekê birêketina karwanê çaremîn ê koçberan ragihand û da zanîn ku ji bo vegera şêniyên resen ên navenda bajarê Serêkaniyê amadekarî hene.

Ji bo vegera koçberan ji navenda Serêkaniyê amadekarî tên kirin
8 cotmeh, 2026   11:35
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi hatina salvegera 7`emîn a dagirkirina bajêr daxuyanî da.

Daxuyanî li bajarê Hesekê ji hêla endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Cemîl Mehmûd ve hat xwendin.

Cemîl Mehmûd diyar kir ku komîte di 9`ê Tîrmehê sala 2021`an ji bo ku bibe dengê koçberan, ji bo daxwaza vegera ewle û birûmet, vegera adilane ya zirarên madî û manewî ji bo koçberên ku salên dirêj koçber mane, hate damezirandin.

Cemîl Mehmûd got: “Sibe bajarê me sala xwe ya 8`an a di bin dagirkeriyê de derbas dike, îro xewna ku me ji bo wê ev 7 sal e tê koşiyane pêk tê. Îro karwanê çaremîn ê koçberan bi rê ket.”

Cemîl Mehmûd da zanîn ku xebatên ku tên meşandin, ne tenê ji bo gund û derdora herêmê ye, bajarê Serêkaniyê jî niha ji bo pêşwazîkirina şêniyên resen tê amadekirin, ew ê şênî di demeke herî nêz de berê xwe bidin malên xwe yên li navenda bajarê Serêkaniyê jî.

Komîteyê destnîşan kir ku xebatên wan ên qonaxa bê dê ji bo hêsankirina vegera şêniyan û dabînkirina pêdiviyan, bidawîkirina dosyaya koçberan û girtina kampan be.

(sb)

ANHA