Li Şamê dijî nuqteyên berê yên artêşa Sûriyeyê êrişa hewayî

Tûgaya 55ˋan a pergala parastina hewayî ya li gundewarê Şamê hate hedefgirtin, di encamê de teqîn û zirarên mezin bi cihê hedefgirtî bûn.

Li Şamê dijî nuqteyên berê yên artêşa Sûriyeyê êrişa hewayî
5 ÇILE, 2025   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Şamê teqînên xurt çêbûn. Li gorî agahiyan Îsraîlê êrişeke nû pêk aniye.

Dezgehên ragihandinê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê dijî depoyên cebixlaneyan ên artêşa rejîmê ya berê teqînê çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku depoyên cebilxaneyan ên hêzên rejîma berê yên li tûgaya 55ˋan a pergala parastina hewayî li serê çiyayê El Mani yê nêzî Kiswe yê gundewarê Şamê hatin bombebarankirin. Di encamê de dûman ji cihê hedefgirtî derket û hejandineke xurt li herêma derdorê çêbû.

(fr)

ANHA