Kalkan: Sala 2025’an saleke dîrokî bû

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan, diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li salê da û got: “Pêdiviya Kurdan jî bi baweriyê heye. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin Kurdan û Tirkiyeyê li rewşa berê vegerînin."

Kalkan: Sala 2025’an saleke dîrokî bû
6 ÇILE, 2026   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan, sala 2025'an, ji Venezuelayê heta Îranê bûyerên li cîhanê, asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, komkujiyên Parîsê û mijarên din ên di rojevê de ji Medya Haber TV re nirxand. 

Duran Kalkan got, "Di serî de sala nû li Rêber Apo, li her kesên ku ji bo sosyalîzm, demokrasî û azadiyê têdikoşin pîroz dikim. Di wê baweriyê de me ku di têkoşîna sala 2026'an de wê bi ser bikevin. Di sala 2025'an de li cîhanê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûyerên dîrokî qewimîn. Ji hin aliyan ve ber bi serdemeke nû ve zêde dibin. Her kes nîqaş dike, dinirxîne. Bîlançoyan didin, panoramayan pêşkêş dikin.

Şerê Cîhanê yê 3'yemîn a ku di salên 1990'î de destpê kir kûr bû, belav bû; li herêmê dewam dike, li qadên cuda yên cîhanê dewam dike. Gihîşt heta asta şerê Îsraîl-Îranê. Êrişên netewe dewletê li her derê dewam dikin. Di vê mijarê de cudahiyek nîne. Di nava şerê cîhanê de her kes hinekî bi fikar e. Hemû derdorên desthilatdariyê, civak di vê rewşê de ne. Di vê çarçoveyê de netewe dewlet ji bo li ser piyan bimînin di nava êrişê de ne. Em dikarin vê bibêjin, yên ku hêza xwe têra wan dike êriş dikin. Gotinek 'Qanûna Daristanê' heye, rewşa li cîhanê bi rastî jî gihîştiye wê astê. Hiqûqeke navneteweyî, edalet, pîvan, nîzam nemaye. Asta ku sîstema kapîtalîst gihîştiye li pêş çavan e.

Li hemberî vê yekê di serî de jin berxwedana ciwan, karker, kedkar û gelan dewam dike. Ji bo azadî, demokrasî, edaletê li her qadê têkoşîn heye. Di sala 2025'an de belav bûn û dewam kirin.

Bêguman a herî bi bandor û zêde têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Li Kurdistanê bi vî rengî bû, li gelek qadên cîhanê bi vî rengî bû. Têgihiştina jinê, rêxistin û têkoşîna wê ji bo rizgariya mirovahiyê bû hêvî. Bû pêşengê demokrasî û azadiyê. Hem bi fikrî hem jî bi pratîkî tê dîtin ku pêşketina komunalîzm û sosyalîzmê wê bi azadiya jinê bibe. Her kes vê dinirxîne, dibîne û hewl dide fêhm bike. Rewşeke bi vî rengî heye.

Bi gotina giştî; sala 2025'an bû saleke weleê ku li dijî êrişên zordar, şoven, nijadperest, faşîst, netewe dewletê bi pêşengiya jin û ciwanan kedkar, karkeran, gelan ji bo azadiyê, demokrasiyê, sosyalîzmê têkoşîn meşandin, li ber xwe dan.

YA KU MOHRA XWE LI SALÊ XIST PÊŞKETINÊN LI KURDISTANÊ BÛN  

Bêguman a ku mohra xwe li vê salê xist pêşketinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn. Ev yek ji aliyê dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê ve bi vî rengî bû, her wiha ji aliyê têkoşîna di asta navneteweyî ya navbera hêzên modernîteya demokratîk, bindest û gelan a bi sîstema modernîteya kapîtalîst re bi vî rengî bû. Vê yekê mohra xwe li salê xist. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27'ê Sibata 2025'an de hate kirin û ast, nîqaş, polîtîka û gavên pratîkî yên li ser vê bingehê ketin rojevê, mohra xwe li salê xist. Ber bi dawiya salê ve her kesî ev nîqaş kir, hewl da bêhtir fêhm bike. Ya rast ev nirxandin tevahiya salê dewam kir; nirxandinên erzan, nêzîkatiyên kêm destpêkê gelekî zêde bûn. Kes ne amade bû.

Destwerdana Rêber Apo ya li pêvajoyê ji nişka ve bû. Li ser vê bingehê gavên ku tevgera me weke bersiva li banga Rêber Apo avêt, matmayî hişt, pêvajo bi pêş ve bir. Bûyerên ku kes ne li bendê bûn qewimîn. Bûyerên siyasî û rêxistinî ku berê nedihat bîra kesî, di sala 2025'an de qewimîn. Li ser bingeha banga Rêber Apo PKK di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'emîn kom kir. Biryar wergirt ku hebûna rêxistinî ya PKK'ê bi dawî bike û stratejiya têkoşîna çekdarî biqedîne. Li ser bingeha van hemûyan gavên pratîkî avêt. Di 11'ê tîrmehê de komek ji gerîla weke Koma Aştî û Civaka Demokratîk çalakiya şewitandina çekan lidar xist. Li herêmên ku rîska şer lê hebû, hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li qada Bakkur vekişînek çêbû. Ji 1'ê Adarê û pê ve PKK'ê agirbest ragihandibû. Ev yek bi demê re veguherî agirbesteke dualî ya pratîkî.

HÎMÊN SEDSALEKE NÛ HATIN DANÎN   

Sala 2025'an bû saleke dîrokî ku dawî li şerê gerîla yê bi pêşengiya PKK'ê ya 41 salan, pêvajoya şerê Kurd-dewleta Tirk ê 100 salî anî. Ev gelekî girîng û bi wate ne. Kes ne li bendê bû ku wê bi vî rengî bibe. Kesî hêvî nedikir ku gaveke bi vî rengî dikare bê avêtin, bigihêje asta fikir û biryardanê û di pratîkê de bi cih bê anîn. Rêber Apo îrade danî holê. Ev yek îradeya herî mezin û girîng a dîrokê bû. Ji bo her kesî qanih bike got, 'Ez bi berpirsyariyê radibim'. PKK'ê jî di çarçoveya bangê de gavên pratîkî bêyî dereng bixîne bi heman biryardarî û zelaliyê avêt, biryarên xwe wergirt. Di pratîkê de pêwîstiyên biryarê bi cih anî û bi vî rengî pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîık pêvajoyeke nû ye. Şerê ku li ser bingeha avaniya dewleta Tirk a sala 1924'an a bi dijberiya Kurd û înkara Kurd destpê kir, di salvhekea 100'emîn de yanî di Sibata 2025'an de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate rawestandin, hate bidawîkirin. Yanî pêvajoya ku beriya 100 salî destpê kir bi bûyerên sala 2025'an hate bidawîkirin, hate rawestandin. Lewma 100 salên derbasbûyî rawestand û hîmên sedsaleke nû hate danîn. Rêber Apo got, 'Em hîmên sedsala paşerojê datînin, hîmên hezar salên paşerojê datînin'. Em 100 salên derbasbûyî bi dawî dikin ku bû qada şerê Kurd-Tirkan û li ser bingeha demokratîk sîstemeke têkiliyê ya nû ya xwe dispêre aştiya Kurd-Tirkan, li ser bingeha entegrasyona demokratîk sîstemeke têkiliyê ya nû diafirînin û pêşî li sedsaleke nû, hezar salên nû vedikin, hîmên vê datînin, gavên vê diavêjin. Sala 2025'an bi vî rengî nirxand. Bi rastî jî 100 salên ji 1925'an heta 2025'an divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Divê baş bê dîtin û fêhmkirin bê ev yek tê çi wateyê, girîngiya xwe çi ye.

Yanî nebû saleke ji rêzê. Ew hîm hatin danîn ku nêzîkatî, bûyer, feraset û stratejiya sedsala derbasbûyî bi dawî kir, feraset, stratejî, têkiliyên nû û avaniyên siyasî yên li sedsala paşerojê belav bibin afirand. Lewma temambûna 2025'an û derbasbûna 20262an divê weke werçerxekê bê dîtin. Ya rast derbasbûna salekê ji bo saleke din tê wateya derbasbûna ji sedsalekê ber bi sedsaleke nû ve. Ev gelekî girîng û bi wate ye.

Ji niha û pê ve wê çawa bibe, çi bibe, hîmên hatine danîn bi çi rengî bikevin pratîkê; ew mijareke cuda ye. Yanî astengiyên bi çi rengî wê derkevin holê, wê têkoşînên bi çi rengî bi xwe re bîne... Bêguman ev jî hene. Lê belê ev mijareke cuda ye.

ÇI DIKIN BILA BIKIN WÊ NIKARIBIN LI BERÊ VHEKEÎNIN

Di halê hazir de bi gavên sala 2025'an re hîmek hate danîn. Yên ku astengiyê derdixînin, zorê didin hebin jî wê vhekea li rewşa berê nebe. Dibe ku hinek hene ku dixwazin a berê dewam bikin, astengiyê dînin holê, rantxur hene, li ber radibin. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin li 100 salên beriya 2025'an vhekeînin. Têkiliyên Kurd-Tirk, rewşa Kurdan, rewşa Tirkiyeyê... Yanî hewldanên wan wê pûç bin. Hîm di vê çarçoveyê de hatin danîn, biryardarî li ser vê bingehê ye.

Ev yek ne nêzîkatiyeke polîtîk a teng e. Nemeşandina şerekî ne rewşeke welê ye ku ji ber zehmetiya rewşa şer e. Hîmên ferasetê, hîmên fikir û mejî, hîmên îdeolojîk ên vê yekê hene. Yanî hîmekî xwe yê xetê heye. Xwe dispêre vê. Ji ber vê yekê jî hîmên xurt hatin danîn.

Em dikarin vê bibêjin: Di sala 2025'an de bi giranî jî be, ne bi rengekî amade jî be, bi bang, hewldan, berpirsyarî, sebir û îradeya Rêber Apo gav hatin avêtin. Niha her kes vê dibîne û hewl dide fêhm bike. Yên ku destpêkê fêhm nekirin niha baştir fêhm dikin, yên ku destpêkê nekarîn bibînin niha baştir dibînin, yên ku destpêkê nekarîn bawer bikin niha baştir jê bawer dikin. Em bawer dikin ku ev rewş wê hîn bêhtir dewam bike, bi pêş bikeve, hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Yanî yên ku hewl didin asteng bikin û dijberiyê bikin wê bêne beralîkirin. Em di wê baweriyê de ne ku pêvajo wê ne tenê rizgariya Kurdan û Tirkiyeyê bi xwe re bîne, di heman demê de wê Rojhilata Navîn demokratîk bike, pêşî li xwişk û biratiya gelên Rojhilata Navîn veke, wê bi pêş ve bibe û ji bo mirovahiyê bide destpêkeke nû, wê bibe hêviyeke nû, civakan ji nexweşiyên weke kanserê yên ku mirovahiyê tine dikin ên sîstema modernîteya kapîtalîst rizgar bike.

REWŞA XETERE YA LI SER TIRKIYE Û KURDISTANÊ DEWAM DIKE

Rewşa siyasî û leşkerî ya ku bû sedem ku pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike û bibe pêwîstiyeke mezin, rewşa ku ji bo Tirkiye, ji bo Kurdan xetere ye dewam dike. Divê ev tespît bê kirin. Ev bi rastî jî girîng e.

Rewşeke berevajî vê nîne. Şerê li Rojhilata Navîn yanî pêvajoya ku 7'ê Cotmeha 2023'an bi Şerê Xezeyê destpê kir bi tenê bi peravên Derya Spî nema. Tenê bi Lubnan, bi Sûriyeyê nema; veguherî şerê Îsraîl-Îranê. Gihîşt ber deriyê Tirkiyeyê û tê gotin rêyeke enerjiyê, sîstemeke nû tê avakirin ku Rojhilatê Derya Spî bi dest dixe. Hêzên ku ev şer dan destpêkirin, li ser Rojhilatê Derya Spî serweriyeke nû ava kirin. Îsraîl, Qibris a Başûr, Yewnanistan, bûyerên ji Misrê heta bi Lîbyayê li pêş çavan e. Em welatên Ereb ên li Kendavê jî lê zêde bikin; li ser bingeha Peymana Îbrahîm ji xwe bi Îsraîlê re ne, pê re yek in, ji hev cuda nînin. Ji be vê yekê şer kûr dibe, belav dibe. Veguherî wê rewşê ku hîn bêhtir bandorê li Kurdistanê bike. Tirkiye hîn bêhtir dorpêç kiriye. Divê ev yek bê dîtin.

Mirov nizanin bê bûyerên li Lîbyayê çi ne. Her kes qala tiştekî dike. Fermandarê Giştî yê ku Tirkiyeyê piştgiriya wî dikir, li Tirkiyeyê di ketina balafirê de mir. Bi guman e bê kê kiriye! Gelek tişt qewimîn. Misir ji xwe di navenda vî karî de ye. Têkiliyên Îsraîl-Qibris-Yewnanistanê, serweriya li ser Rojhilatê Derya Spî li holê ye. Tirkiye li Derya Spî belav dibû, li Derya Spî hin tişt dikir, bi lêgerîna li petrolê pesn dida. Digot, qada wê ye. Niha ketiye wê rewşê ku nikaribe dakeve Derya Spî. Her kes vê dibîne. Ji Başûr ve tê dorpêkirin, kete wê rewşê ku nikaribe dakeve Rojhilata Navîn. Ji Bakur ve hate dorpêçkirin, kete wê rewşê ku nikaribe bikeve Derya Reş. Yanî balafirên keşfê digerin, balafirên şer dikevin. Balafirên Tirkiyeyê li Tirkiyeyê dikevin. Li Azerbaycanê jî balafirek ket. Ya rast bi guman bû. Yanî gelek tişt hene; sedemên wan nayên zanîn, nayê eşkerekirin. Çima veşartî tê hiştin. Lê belê xeteriyeke mezin li holê ye. Beriya her tiştî divê her kes vê rastiyê bibîne. Divê Tirkiye zextên li ser Îranê weke zextên li ser xwe bibîne.

TENÊ EV PÊVAJO DIKARE TIRKIYEYÊ JI VÊ REWŞÊ RIZGAR BIKE 

Ev rewş rewşeke demkî nîne. Ne rewşek welê ye ku bi teslîmbûnê bimeşe. Yekane pêvajoya ku Tirkiyeyê ji vê rewşe rizgar bike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû, li ser bingeha xwişk û biratiya Tirk-Kurdan avakirina Tirkiyeyeke demokratîk bû. Rêber Apo di pêvajoyeke welê xetere ya Tirkiyeyê de stratejiya rizgariyê danî holê.

Niha hin derdora wate û girîngiya vê fêhm dikin, li gorî wê nêzîk dibin lê belê hin derdorên rantxur li ber gelek tiştan radibin. Naecibînin. Hewl didin bikin amûreke desthilatdariyê. Yanî desthilatdariya li Tirkiyeyê wê çi bibe, çiqasî dewam bike, Tirkiye wê li çi rast bê; bêyî li lê binihêrin, weke ku tiştekî garantîbûyî heye helwesteke welê nîşan didin ku çawa aboriyê qezenç bikin, berjewendiyên bi dest bixin, xwe bikin hêza desthilatdariyê.

Avaniyeke gelekî hişt, gelekî neteweperest-şoven heye. Avaniyeke welê heye ku dewletê weke perestgehekê dibîne. Ev xwe dixapînin. Bêguman yên nabînin jî hene. Rewşeke welê ye ku mejiyê wan hatiye şuştin. Li aliyekî jî bûne partî; siyasetê tenê weke têkoşîna desthilatdarîbûyînê dibînin. Weke karê ji bo jiyan, aramî, edalet û paşeroja civakê nabînin. Di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de ne. Ferasetên bi vî rengî hene, reh berdane yanî.

HER KES NEÇAR E KU AQLÊ XWE BIDE SERÊ XWE

Her kes divê aqlê xwe bîne serê xwe. Li Tirkiyeyê her kesên ku difikirin, diaxivin, dibêjin ez heme, siyasetê dikim, divê vê rastiyê bibînin û bi berpirsyariya vê yekê tevbigerin. Bi gotinên pûç ji bilî xapandina xwe û têkbirina paşerojê wê nikaribin tiştekî bikin, nikarin encamekê bi dest bixin.

PÊWISTIYA KURDAN JÎ BI BAWERIYÊ HEYE

Di vê çarçoveyê de ber bi sala nû ve rewş çiye? Weke aliyê Kurd me nîşan da ku em çiqasê yekgirtî, xwedî helwest, di nava yekîtiya gotin û çalakiyê de ne. Dibêjin ku pirsgirêka baweriyê ya aliyan heye. Kurd ji bo kesên ji Kurdan baweriyê dixwazin, dikarin hîn zêdetir çi bikin? Mirov difikire, bila hin tiştên şênber bêjin – lê bila ji bo afirandina pêşketinan, astengkirina xeteriyan be -, em ê jî li ser bifikirin. Lê belê Kurdan di sala 2025’an de tiştên wisa kirin ku di aqlê ti kesê re derbas nedibû. Hem jî gav bi biryardarî, bêbersiv, bi bawerî, bi xwedî derketin avêt û biryardariya xwe bi çalakiyên pratîk di her firsendê de nîşan da. Em vê biryardariyê didomînin. Her kesê ku biryardariya Rêber Apo dibîne, dibêje. Her kesê ku pê re hevdîtinê dike, dibêje pir bi biryar, bi hêvî, kelecan, bi îdîa û bi sebir e. Weke Tevger sekna PKK’ê ya bi sebir û ji bo pêşketina pêvajoyê, diyar e. Di vî warî de ji bo kesên bawerî dixwazin, tişteke ji vê hîn vekirîtir û bawerî dide, nîne. Lê pêwîstiya Kurdan jî bi baweriyê heye. Kesên ku her ji Kurdan baweriyê dixwazin, ji bîr dikin ku divê bawerî bê dayîna Kurdan jî, yên sedsala borî bindest bûn, hatin qetilkirin û rû bi rûyê qirkirinê man Kurd bûn. Ev qasê rû bi rûyê derewan man, hatin xapandin, rastî hîle û lîstokan hatin, rastî komkujî û qirkirinê hatin. Em van nabêjin; yên desthilatdar dibêjin, her kes dinivîse, di arşîvan de heye. Serokkomar Tayyîp Erdogan dem bi dem li ber çapemeniyê li pêşberî her kesê got. Her kes divê xwedî li gotinên wî derkeve.

Ji vî alî ve pêwîstiya Kurdan jî bi baweriyê heye. Gelo gavên bi bawer hatin avêtin? Ew nayê dîtin. Carekê li vir lewaziyek çêbû.

Çima ez vê dibêjim? Ji ber ku civak pêvajoyê dimeşîne. Hingî ku bibe civakî, belavî civakê bibe, civak tevlî bibe û xwedî lê derkeve, ev pêvajo wê rast pêş bikeve û bi ser bikeve.

Di çapemenî de tê dîtin; bi ‘dengê kolanê’ bi civakê re roportajan dikin, bi mirovên ji rêzê re li kolanan, cadeyan… Mirov guhdar dike. Mafê wan e, hemû dibêjin, ‘Em bawer nakin. Em ji Rêber Apo bawer dikin, em ji biryardariya PKK’ê bawer dikin. Em dixwazin were kirin. Em ji pêvajoyê jî bawer dikin, em tevlî dibin, lê belê helwesta aliyê dewletê, desthilatdariyê, AKP’ê bawerî nade, hêvî nade, baweriya me nîne’. Her kes vê dibîne.

Ji kesên axivîne ti kesê negotiye, ‘Gavên baş hatin avêtin, em tam bi hesteke baweriyê tevdigerin’. Wê demê berpirsyariya desthilatdarî û dewletê ye ku hesta baweriyê bide van mirovan. Divê vê yekê bike. Yan civaka Kurd jî, civaka Tirkiyeyê jî tevlî vê nabe. Ji bo civaka Tirkiyeyê jî were vê rewşê, xebat pêwîst e. Siyaseta Kurd çawa ji bo di civaka Tirk de hêvî û baweriyê ava bike dixebite, divê ji bo tevlîkirina wê jî xebitîba. Ew jî zêde nehat dîtin.

DEWLETÊ WÊ RÊYA RÊBER APO VEKIRIBA; ÇIMA VENEKIR?

Ev xebata Komîsyona Meclîsê girîng bû. Helwest, axaftin û bangên Devlet Bahçelî girîng bûn. Hêvî da kesên bi siyasetê ve mijûl dibin. Lê belê hundirê wê nehate dagirtin, timî di gotinê de ma. Ji vî alî ve – heval Karasû wan bal dikişand –; çima bang û gotinên Devlet Bahçelî nehatin bicihanîn. Digot, “Bila were meclîsê baxive, bila ji mafê hêviyê sûd werbigire.” Destpêkê bangên wiha li Rêber Apo kir. Wan bixwe dê pêşiya vê yekê vekiriban. Dewlet û desthilatdariyê wê rêya hatina Rêber Apo vekiriban. Çima venekir? Dîsa di AKP’ê de hin helwest çêbûn, lê di giştî de ne xwedî îdîa ye.

HEKE RAPORA HEVPAR HÎN BÊHTIR NETÊRKER BE, EV WÊ ŞAŞ BE

Ev qasê nîqaşkirina xebata Komîsyonê, heke baş were nirxandin mirov dikare bêje erênî ye. Lê pêvajo hinekê dirêj kir. Şandeyeke ku çû hevdîtin bi Rêber Apo re kir, divê hîn xurttir ba. Evane hatin rexnekirin. Niha rapor hatin dayîn, wê pêşkêşî Meclîsê bên kirin. Komîsyon rapora hevpar amade dike. Lê belê nirxandinên têkildarî raporên hevpar, li holê ne. Rapor pir lewaz in, ne têrker in. Heke raporên hevpar ên wan hîn bêhtir netêrker bin û li ser vî bingehî Meclîs li şûna qanûnên ji bo çareseriya pêvajoyê ya li ser bingehê demokratîkbûnê, bi nêzîkatiyên cihêkar tevbigere, ev dê şaş be. Heval Karasû zelalî anî ziman; bi rastî jî şaşî wê hebin, yên zirarê bidin pêvajoyê wê hebin. Em hêvî dikin, bawer dikin; wê nebe. Em van dişopînin, em ê bibînin.

DI WARÊ TÊKOŞÎNÊ DE HÎN BÊHTIR PÊŞIYA ME HATE VEKIRIN

Me hewl da. Yanî ji bo pêşketina pêvajoyê, me hewldan raber kir, têkoşîn meşand û me hewl da fêm bikin. Weke tevger jî, gel jî li gorî pêvajoya destpêkê niha em hîn li pêş in. Asta me ya fêmkirinê, hîn li pêş e. Em hîn baştir fêm dikin, çi hate kirin, tişta hatî kirin çi wezîfe û berpirsyariyan dide me. Di vê çarçoveyê de me nîqaş meşandin. Me guhertin, veguhertin pêş xist. Di vî warî de em hîn bi biryar in.

 Li aliyê din jî, rêxistina me adapteyî pêvajoyê bû, di warê têkoşînê de jî hîn bêhtir pêşiya me hate vekirin. Em hîn zêdetir piralî têdikoşin. Bi rastî jî rewşeke zêde dubare hebû; pêşiya wan hate vekirin. Niha li her qadê hîn zêdetir têkoşîn çêdibe. Yanî têkoşîna girseyî çêdibe. Jin, ciwan, karker, kedkar, gel û civak di nava têkoşînê de ne. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî wiha ye, li dervey welêt wiha ye, dostên me wiha ne. Têkoşîna îdeolojîk, polîtîk û girseyî pêş dikeve. Yanî di warê rêbaz û qada têkoşînê de em teng nebûne, em hîn zêdetir dewlemend bûn. Li gorî destpêkê, em niha hîn bêhtir li pêş in. Em hîn bi bandortir têdikoşin. Em bawer dikin, hêvî dikin ku em ê sala 2026’an vê hîn bêhtir pêş bixin û veguherînin têkoşîneke ku pêvajoyê bi ser bixe.

 Yanî em li têkoşîna xwe dinêrin. Helbet em helwest û kiryarên aliyê din jî dinirxînin, dişopînin, çavdêr dikin. Lê esas em li têkoşîn û pratîka xwe dinêrin.”