DAIŞ’ê di mehekê de 9 caran êriş kir

Li 3 parêzgehên Sûriyeyê di Tîrmehê de çeteyên DAIŞ`ê 9 êriş pêk anîn. Di encamê de 5 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. DAIŞ`ê tenê êrişek girtiye ser xwe.

DAIŞ’ê di mehekê de 9 caran êriş kir
1 tebax, 2026   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di Tîrmehê de 9 êrişên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên cuda yên Sûriyeyê belge kirin. Di encama êrişan de 5 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. 

DAIŞ`ê bi rêya malperên xwe yên medyaya dîjîtal tenê êrişek girtiya ser xwe.

Li gorî bîlançoya SOHR’ê ev êriş li 3 parêzgehan çêbûne û herî zêde li Dêrazorê pêk hatine. Li Dêrazorê 6 êriş pêk hatin û di encamê de 2 sivîl û çeteyekî DAIŞ`ê hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Serêkaniyê ya parêzgeha Hesekê jî êrişek pêk hatiye û di encamê de leşkerekî Firqeya 60`an a Wezareta Parastinê hatiye kuştin.

Li parêzgeha Helebê jî 2 êriş pêk hatin, di encamê de leşkerekî Wezareta Parastinê hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

(sb)