Rûspî: Hişyariya civakê rê li ber nakokiyan digire 

Rûspiyên eşîran û kesayetên civakî yên li kantona Cizîrê got "Bi saya hişyariya civakî hemû hewldanên pêkanîna fitneyê di navbera gel de, têk çûne. "

Rûspî: Hişyariya civakê rê li ber nakokiyan digire 
10 tebax, 2025   05:05
HESEKÊ

Kesayetiyên civakî û rûspiyên eşîran ên li kantona Cizîrê li hember hewldanên gurkirina fitne û tevliheviyê bertek nîşan dan. Rûspiyan da zanîn têkiliya di navbera pêkhateyên herêmên de ji hemû nakokiyên mezhebî û etnîk xurttir in.

Mihemed Reşad Îzet Hec Xelîl, ji rûspiyên eşîra Omeriyan a Kurd a li bajarê Dirbêsiyê, der barê mijarê de got: "Hewldanên gurkirina nakokiyan di navbera civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji hêla hikûmeta demkî ya Şamê ve têne pêkanîn, weke çawa berê hikûmeta Baisê ya hilweşiyayî dikir."

Hec Xelîl wiha dewam kir: "Hikumeta demkî li dijî civakên Sûryeyê, wek Elewî û Durziyan li peravên Sûriyeyê û li Siwêdayê, komkujî pêk anîn, lê eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember van hewldanan hişyar in û di bin ala jiyana hevbeş de yekgirtî ne. Divê her kes ji der barê nakokî û fitneyê de hişyar be.”

Hec Xelîl her wiha got: “Hêviya gel îro tenê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Gel ji bo jiyana hevbeş, azad û bi rûmet bi hezaran şehîd û birîndar dane, em piştgiriya Hêzên Sûriyeya Dmokratîk dikin.”

Ji rûspiyên eşîra El Begara li Til Temirê Nasir El Ebdela jî wiha axivî: "Em bi dehan salan wekî Misilman û Xiristiyan, Ereb û Kurd, û Suryanî û Asûrî bi hev jiyane, û em serbilind in ku em mînakek zindî ya jiyana hevbeş a di navbera civakan de ne.”

El Ebdela ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi saya hişyariya civakî hemû ewldanên pêkanîna fitneyê di navbera gel de, bi salan têk çûne. Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, gelek aliyan hewl dane ku tevlihevî û parçebûnê pêk bînin, lê wekî eşîran, em li kêleka hev bûn, ji ber ku em bawer dikin ku hêza me di yekîtiya me de ye."

El Ebdela banga "xurtkirina diyalog û têgihaştinê û dûrketina ji gotinên nefretê" kir. Her wiha bal kişand ser girîngiya rola saziyên sivîl û Rêveberiya Xweser bo parastina regezên jiyana hevbeş.

Mûsa El Wegaa kesayetiyek civakî li bajarê Holê ye, wiha axivî: "Em demek dirêj bi hev re dijîn, wekî yek malbat, yek dest bi hev re dijîn.”

El Wegaa banga "hişyariyê li hember helwestên neteweperest û mezhebî yên ku dibe ku bibin sedema hilweşandina tevna civakî" kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewldanên nîjadperest dê nekarin me ji hev cuda bikin.”

(k)

ANHA