Jinên ciwan ên Reqayê: Bi vîn û hêza jinan em ê serkeftinê bi dest bixin

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li Stada Beledî ya Reqayê têkildarî sûcên tundiyê yên li dijî jinan ku di vê dawiyê de xwendekara ji Îranê Armîta bûye qurbana wê, daxuyaniyek da.

Jinên ciwan ên Reqayê: Bi vîn û hêza jinan em ê serkeftinê bi dest bixin
4 mijdar, 2023   19:30
REQA

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li Stada Beledî ya Reqayê têkildarî sûcên tundiyê yên li dijî jinan daxuyaniyek da.

Endama Nivîsgeha Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê Ibtîhal El Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de yekitiyê helwesta xwe li hember bûyera dawîn a li Îranê çêbûye û di encamê de xwendekarek bi navê Amrîta hate kuştin, rave kir û got: “Em li dijî tundiya li ser jinan in. Tenê Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe û projeya neteweya demokratîk azadiya jinan parast. Bi saya wê şoreşa jinan bû şoreşeke cîhanî.”

Yekitiyê soz da ku şopdara rêya pêşeng û têkoşeran be û hemleya wan berdewam e ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Yekitiyê di dawiyê de wiha got: “Bi hêz û vîna jina azad em ê serkeftinê bi dest bixin.”

(şx)

ANHA