Jin li Helebê piştgiriya pêngava azadiyê kir

Jinan li Helebê gotin ew piştgiriya Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dikin. Her wiha destnîşan kirin ku piştgiriya vê pêngavê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek girîng e.

Jin li Helebê piştgiriya pêngava azadiyê kir
5 mijdar, 2023   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de gelek jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê gotin divê tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Welatiya bi navê Kîfa Yihya got: “Hebûna Rêbertî di nav me de dê moralên me bilind bike û vîna me xurttir bike. Nemaze di vê pêvajoyê de ku dewleta Tirk a dagirker êriş dike û gelek pirsgirêkên civakî hene. Em tev li mîna van çalakiyan dibin da ku vê armancê pêk bînin.”

Kîfa wiha domand: “Ev pêngav ji bo me firsendek e. Qene em e beşeke biçûk ji qenciya bi me kirî ji Rêbertî re vegerînin. Piştevaniya jinan kir û ji bo ku azad bibin, tê koşiya.”

Welatiya bi navê Mîdya Mislim jî wiha axivî: “Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye. Ev pêngav dê vê armancê pêk bîne.”

Welatiya bi navê Necla Hemze jî got: “Em piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêbertî dkin. Bi rêya wê pêngavê em ê dengê xwe bigihînin cîhanê û aliyên têkildar ji bo ku sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Rêberê me dike, rawestînin.”

Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendên li seranserî cîhanê 10`ê Cotmehê bi dirşûma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi pêşengiya kesayet û saziyên cîhanî û navneteweyî dest pê kir. Dûre pêngav berfireh bû û hejmara navendên beşdarî wê bûne derket 100`î û gelek saziyên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriya wê kir.

(şx)

ANHA