Jinan sûcên li Helebê şermezar kirin û banga hesabpirsînê kir

Jinên ji bajarê Til Temirê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û banga hesabpirsînê kir.

Jinan sûcên li Helebê şermezar kirin û banga hesabpirsînê kir
12 ÇILE, 2026   05:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Jinên ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê êriş û sûcên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar kirin û bi sûcên şer û binpêkirina qanûnên navneweyî bi nav kirin.

Hedla Ebdulwehab bi bîr xist ku êrişên li ser van taxan ku bû sedema şehîd û birîndarbûna bi sedan sivîlan sûcekî hovane ye.

Hedla sûcê ku çeteyan li dijî cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin, bi tundî şermezar kir û got: "Ev sûc rasterast li dijî jina azad û rola wê ya pêşeng di parastina civakê de ye. Di heman demê de hewldaneke binkeftî ji bo şikandina îradeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Selma Hisên jî anî ziman ku kiryarên çeteyên hikumeta demkî di çarçoveya siyaseteke sîstematîk de tê kirin ku armanc dike tevlihevî belav bibe, ewlehî xirab bibe û jiyana hevbeş lawaz bibe.

Selma destnîşan kir ku "Armanca hedefgirtina jinan û bêrêziya li cenazeyan şikandina îradeya civakê, têkbirina hêmanên ewlehiyê û lawazkirina jinên azad ên ku di têkoşîna parastina xaka xwe de pêşengtiyê dikin e."

Jina ciwan a bi navê Nûrşîn Mamo diyar kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi armanca têkbirina jiyana hevbeş a li van taxan û ferzkirina rewşeke tevlihev û bitirs di nava şêniyan de hatin kirin.

Nûrşîn bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirinên çeteyan ên li taxên Helebê şeremzar bikin û got, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên tê wateya tevkariyê û şewqa kes dide da ku sûcan li dijî sivîlan bidomînin.

Jinan diyar kirin ku hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker berpirsên van sûcan in û bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî û jinan kir ku bêdeng nemînin, lêkolîneke serbixwe û zelal bidin destpêkirin û hesaba ji berpirsên binpêkirinan bipirsin.

(b)

ANHA