Li Şêxmeqsûdê 3 endamên Heyva Sor a Kurd revandin

Heyva Sor a Kurd ragihand ku çeteyên hikumeta demkî 3 endamên wê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandin û diyar kir ku hewldan bi rêxistinan re tên kirin ku werin berdan.

Li Şêxmeqsûdê 3 endamên Heyva Sor a Kurd revandin
11 ÇILE, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa ji ajansa me re daxuyand ku piştî ku peywendî bi 3 endamên Heyva Sor a Kurd re li taxa Şêxmeqsûd qut bû, hate diyarkirin ku ew ji aliyê çeteyên çeteyên hikumeta demkî ve hatine revandin.

Li gorî Îsa, çeteyên hikumeta demkî her 2 endamên wan; Ebdurehman Mihemed û Ramî Hisên Elî û ajokarê ambulansê Yûsif Henan Hikmo revandine û ew birine cihekî nenas.

Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku ew hewlên xwe bi Xaça Sor a Navneteweyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî re dikin ku zextê li hikumeta demkî bikin, da ku endamên wan berdin.

Bi vê kiryarê, hikumeta demkî hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên der barê ewlehiya endamên bijîşkî û xebatkarên mirovî bin pê kirin.

(ac/fr)

ANHA