Jin wê sibe ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin

Jinên bajar û bajarokên Kantona Cizîrê, bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’yê Sibatê, wê sibe meş û mitîngek mezin lidar bixin.

Jin wê sibe ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin
11 sibat, 2025   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meş û mitînga bi pêşeniya Kongra Star tê organîzekirin, wê sibe li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.

Ji bo mitînga ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî li hemberî hemû komployan bi ser dikeve” tê lidarxistin, dê meş saet 11:00`an ji çerxerêya Sonî destpê bike û li Stadyuma Heysem Kiço bi dawî bibe.

Piştî meşê, dê li stadyumê mitîng were lidarxistin. 

Ji bo mitîngê tê pilankirin ku ji bajarên Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa, Til Hemîs, Ebû Cirin, Amûdê, Hedadiyê, Şedadê, Ebdan, Til Temir, Mergede, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan, bajarokên Til Koçer û Til Birak bi hezaran jin berê xwe bidin Qamişlo.

Komîteyên amadekar bang li tevahiya jinan kirin ku sibe li qada mitîngê bin.

(sb)