Îsraîl û hikumeta veguhêz têkildarî başûrê Sûriyeyê li hev kir

Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi amadebûna nûnerê serokê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack li Parîsê hevdîtin kir, der barê rewşa başûrê Sûriyeyê de li hev kir. SOHR’ê metna lihevkirinê weşand.

Îsraîl û hikumeta veguhêz têkildarî başûrê Sûriyeyê li hev kir
25 tîrmeh, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî dîplomatîk dane AFP’ê, wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eshed El Şeybanî û wezîrê kar û barên stratejîk ên Îsraîlê li paytexta Fransayê Parîsê hevdîtin kir. Çavkanî da zanîn ku nûnerê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack amadekariyên lidarxistina vê hevdîtinê kiribûn.

Tom Barrack Barrack der barê mijarê de daxuyaniyek li ser X’ê weşand.  Barrack îşaret bi rewşa li başûrê Sûriyeyê, bi taybet Siwêdayê kir û got: "Duh êvarî li Parîsê min hevdîtin bi sûriyeyî û îsraîliyan re kir. Armanca me diyalog û aramkirin bû ku teqez me bi cih anî. Hemû aliyan pabendbûna xwe bi vê hewldanê nû kir."

Ji 13’ê Tîrmehê de çekdarên girêdayî hêzên hikumeta Şamê êrişî Siwêdayê kir. Li gorî agahiyan, di encama êrişan de zêdetirî hezar û 300 kes hatine kuştin. Îsraîlê ku ji bo parastina Durziyên Siwêdayê destwerdan kir, hêzên hikumeta veguhêz ên li Siwêdayê û baregehên wan ên li Şamê bombebaran kiribûn.

Her du aliyan der barê hevdîtinê de tu daxuyanî nedan. Lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) metna lihevkirina di navbera her du aliyan de weşand.

Li gorî SOHR’ê bendên lihevkirinê wiha ne:

- Dosyaya Siwêdayê radestî amerîkiyan tê kirin. Amerîkî dê pêkanîna bendên vê lihevkirinê bişopînin.

- Tevahî hêzên eşîran û hêzên ewlehiya giştî vedikişin derveyî gundên Siwêdayê.

- Ji bo were piştrastkirin ku hêzên eşîran û yên hikumeta Şamê derketine, dê komên Durzî tevahiya gundan paqij bikin.

- Meclisên xwecih ji şêniyên xelkê Siwêdayê were avakirin ku mîsyona pêşkêşkirina xizmetan pêk bîne.

-  Komîteya belgekirina binpêkirinan were avakirin. Rapora komîteyê radestî aliyê amerîkî were kirin.

- Li Quneytîra û Derayê çek werin danîn û komîteyên ewlehiyê yên xwecih ên ji şêniyên van herêman werin avakirin, bi şertê ku ne xwedî çekên giran bin.

- Qedexe ye rêxistin an saziyên girêdayî hikumeta Sûriyeyê derbasî Siwêdayê bibin. Destûr tê dayîn ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî bikevin Siwêdayê.

(bb)